GiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Şehba kampa xwe ya Jineolojî bi dawî kirin

ŞEHBA – Jinên Ciwan ên Şehba li ser navê Ş. Avent di Akademîya Ş. Hêzil Rizgar a Jinên Ciwan ên Şehba de kampa jineolojî vekirin. Bernameya kampê gelek dewlemend bû. Jinên ciwan heya nîvro perwerde û semîner dîtin. Mijarên dersê di derbarê serxwebûn, nasnameya jin û jinên ciwan de bû. Her weke din jî di derbarê xwe parastin dersa silah hatin ditin. Piştî nîvro jî bi aktîvîteyên cûr bi cûr jinên ciwan bernameyê xwe domandin. Jinên ciwan siyaretê şehîdlikê û hediqeya Serokatî kirin, perwerdeya silah dîtin û ateş kirin, tiştên destan çêkirin û di aliyê çand û hûner de xwe pêşxistin.

Jinên ciwan dan diyar kirin ku kampên jineolojî derfetekî ji bo her jinek ciwan xwe nas bike. Her wiha gotin ku her yekî çiqas di fikirê û felsefeya Serokatî de xwe kûr bike, ewqas jî em dikarin dest bidin hev û welatê xwe rîzgar bikin.

Başa dön tuşu