Çalakiyên CiwananGiştî

Ciwanên Qamişlo li dijî Êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker Meşeke Meşeleyan Lidarxistin

Li Qamişlo Meş ji bo şermezar kirina êrişên Dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo meşeke meşalayan lidarxistin. Bi pêşengtîya Ciwanên Partîya Yektîya Demokratîk PYD’ê de tevahî Rêxistinên Ciwanan meşeke Meşeleyan lidarxistin.

Meş li ber Warê Ciwanan Destpêkir û li çarxereya Qermûtî vegûherî mitîngê. Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan Tevlî Meşê bûn. di meşê de alên Rêber Apo alê Encûmanê Ciwanên Kurd û alê Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD û pankartê ku li ser hatîye nivîsandin ‘’Li Dijî Tecrîd û Dagirkerîyê Cenga Azadîyê Bi Serbixin’’ hatin hildan û di meşê de bê navber sloganên ‘’Bê Serok Jîyan Nabê’’ ‘’Ciwan Fedaî Rêber Apo’’ hatin berz kirin.

Meş dema ku gi hêşt ber çarxereya Qarmutî veguherî mitîngê. Mitîng piştî Deqeyekê Rêzgirtin ji bo Pekrewanên Azadîyê li ser navê Ciwanan Hesen Mustefa axivî û wîha got: ev bû 25 salîn Rêber Apo dibin Tecrîdekî giran daye lê belê Rêber Apo fîzîkî di zindanê deye, bi fikir ji herkesî Azad’tire. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe sînorên dewletan binxist û Jiyaneke hevbeş her netew pêşxist. Dewleta Tirk a Dagirker her roj êrişê milîtanên Rêber Apo hedef digre ji ber dizanin ê ku dawîya van dewletên dagiker bînin Şervanên Rêber Apo ne.

Ciwanan Helwestên xwe dan nîşandan kû heya Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebê emê her li qadan bin.
Daxûyanî bi sloganên ‘’Bê Serok Jîyan Nabê’’ bi dawî bû.

Başa dön tuşu