Çalakiyên CiwananGiştî

Ciwanên Kobanê Meşeke dirêj li dar xist

KOBANE – Meş bi dirûşma “Li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bixe Cenga Azadiyê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike” ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hat birêxistinkirin û bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xewser a herêma Firatê beşdar bûn. Berdevkê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê Ehned Derwêş di çalakiyê de axivî û got: “Armanca me ew e ku em ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku em ê li hember wê têkoşînê bidomînin. Ew çi bike jî em gavan paş de neavêjin, em ê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan nîşanî me daye bimeşin.”

Derwêş anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rêyên din li pêş wan tune ne û diyar kir ku ew ê bi hemû rêbazan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Derwêş bang li her ferdekî li herêmê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin û got: “Şêniyên herêmê rastî şerê qirkirinê tên, tenê bi yekîtî û hevgirtinê em dikarin bi ser bikevin.”

Piştî axaftin bi dawî bû meşê ji pêşiya Meclisa Navçeya Şêran ber bi bajarê Kobanê ve dest pê kir. Dê meşvan zêdetirî 10 kîlometreyan heta Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê bimeşin û li wir dawiyê li çalakiya xwe bînin.

Başa dön tuşu