GiştîJinen Ciwan

Li Dijî Tecrîdê 2 Jinên Ciwan Tevlî nava Refên Tevgera Azadîyê Kurdistanê Bûn

Îro li Şehba Yekîtîya Jinên Ciwan meşekî gireseyî li dar xist.
Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêber APO û gefên li dijî wî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Yekîtîya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist.
Bi sedan jinên ciwan, xelkê Efrîn û Şehbayê ji Stada gundê Babnisê heya qada gundê Babnisê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û YekÎtÎya Jinên Ciwan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêveber APO û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.
Meş li qada gundê Babnisê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de berdefka Yekîtîya Jinên Ciwan şaxê kantona Efrîn û Şehbayê Zîn Henan axivî. Zîn tecrîd û nameyên gefxwarinên yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber APO û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî gefên qetilkirina Rêber APO şermezar kirin.

Zîn Henan bang li tevahî gel kir ku her tim li qadan bin û got: “Ji ber ku Rêber APO jiyan e, em bang li cihên têkildar dikin ku li hemberî Rêber APO erka xwe bi cih bînin. Rêbertî ji bo mirovahiyê û ji bo rizgarkirina gelên bindest tê dikoşe.”

Zîn di dawiya axaftina xwe de got: “Em fedaiyên Rêber APO ne. Em ê çalakiyan bi rêxistin bikin û dakevin qadan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin.”

Di meşê de 2 Jinên Ciwan li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo helwesta xwe dîyar kirin û soza xwe ji bo Tevlî bûna nava refên Tevgera Azadîyê Kurdistanê dan.
Herdû jinên ciwan diyar kirin ku lazim e herkes bi erk û misiyona xwe rabe. Êdî wextê axaftîne nema ye. Ev pevajo biryarên xurt dixwaze.

Başa dön tuşu