DîtbarîGiştîŞehîd

Portre: Ji bo bîranîna “Fermandarê mezîn Şehîd Baran Mawa” – Beşa 1.

Baran Mawa. Şopdarê Ali Çiçek û Çiyageran. Teyrê bazê şoreşê. Ronahiya ciwanên Kurdîstanê. Ey hevalê Baran! Fermandarê me yê rojên zahmet, pêşengê me yên meşa azad. Kîjan pêyv te dikare bîne li ser ziman? Çî deng dikare te bide hîskirin? Kî dikare bibe şopdarên te yê haq? Rêheval Baran! Te bê teredût û guman, bi mêjiyekî mîna Avaşînê zelal, bi coşek şoreşgerî mîna sekna Kemal, te rabû li ser şopa tekoşerên nemiran. Rêheval Baran! Gelên Kurdîstanê bi te ser bilind e. Te soza xwe pêk anî. Bi rihê Egîd û Zîlanan te bû pêşengên hemû ciwanan.

Hayalekî ciwanên Kurd di roja me ya îro de pêwiste çawabin? Wê çawa jiyan bike? Pêwiste çî hêvî bike? Ciwanekî dikare çawa azad bibe û çawa bi rumet jiyan bike? Bersîva van pirsan yek jî heval Baran Mawa ye. Heval Baran wekî rênîşandanekî ji destpêka tekoşîna xwe de heya dilopa xwina xwe ya dawî ciwanên Kurd re rêyekî hûnandiye. Di vê reyê de xweydan heye, ked heye, şer heye, tekoşîn heye, tolhildana qirînên zarokên Kurd heye. Azadî û rûmet heye. Ew romanekî bi xwe ye.

Başa dön tuşu