GiştîJinen Ciwan

Jinên ciwan vê bi fikrê Rêber APO bersiva dijmin bidin

TEBQA- Duh li bajarê Tebqayê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê ve li ser Rêber APO komxebatek hate lidarxistin. Di komxebatê de felsefeya Rêber APO hate nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku divê jinên ciwan çawa vê bîrdoziyê hembêz bikin. Di heman demê de bal hat kişandin ser pêwîstiya jinên ciwan ku fikir û felsefeya Rêber APO li her derê belav bikin.

Di komxebata ku bi giranî jinên Ereb ên ciwan beşdar bûn de, hate nîqaşkirin ku jinên Ereb bi fikir û felsefeya Rêber APO ber bi azadiyê ve gav avêtin û ji bo vê jî ruhekî mezin ê têkoşînê bi dest xistin. Mijareke din a ku herî zêde di komxebatê de bal kişand, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO. Di komxebatê de hate destnîşankirin ku jinên ciwan bi tekoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber APO cih bigirin; Dîsa rola pêşengiya jinên ciwan di vê têkoşînê de hate nîqaşkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku bersiva herî mezin a li dijmin ew e ku jinên ciwan xwe di fikir û felsefeya Rêbertiyê de kûr bikin. Di dawiya komxebatê de, erk û berpirsyariyên ku divê jinên ciwan di vê pêvajoyê de bilîzin hatin gotin û daxuyaniya dawî hat dayîn.

Başa dön tuşu