GiştîJinen Ciwan

Diwarên Îmraliyê hilweşînin!

HELEBÊ– Bi pêşengtîya Yekîtiya Jinên ciwan li Helebê meşek hat li dar xistin.Li taxa Sexmeqsud bi pêşengtîya Yekîtiya Jinên ciwan meşek hate lidar xistin. Meş li hemberi tecrida Rêber APO û êrîşên dewleta tirk ya faşîst û PDK ya li hemberî gerîlaye azadiya kurdistane hate lidar xistin. Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger despê kir û di nava taxê de derbas dibe. Dawî de meş veguherî mîtingê.

Li ser navê Yekîtiya Jinên ciwan Heyva Efrin axivi. Heyva despekê fermandare YPJ Jiyan Tolhildan bibîranî û diyar kir ku jinên ciwan vê heta dawî li ser reya şehîdên xwe bimeşin. Disa da diyar kirin ku li ser Rêber APO 25 sale bê navber tecridek girankirî heye û li ser gerîlayen azadiyê êrîşek namerdane tê meşandin. Heyva banga jinên ciwan u ciwanan kir: ‘’Bila jinên ciwan u ciwanên Kurdistanê bi erka xwe rabin.’’

Meş bi sloganên ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Bijî serok apo’’, ‘’Bijî berxwedana Zapê’’ bi coseke mezin berdewam kir. Piştî mitingê ciwan bi coseke mezin dilana gerîla girtin û calaki bi sloganan xilas kirin.

Başa dön tuşu