GiştîJinen Ciwan

Di bin slogana ”JIN JIYAN AZADÎ SERBIXE AZADΔ Rêber APO fizikî azad bikin

MINBICÊ- Yekîtiya Jinên ciwan li Minbicê çalakî li dar xist.Jinên ciwan ên bajarê Minbic û gundên derdorê Minbice meşek ji bo azadîya fizikî ya Rêber APO li dar xistin. Di bin duruşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ jinên ciwan di nava bajar meşiyan.Bi sloganên ‘’Bê Serok jiyan nabe!’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ meş bi coş û moral derbas bû. Jinên ciwan dan diyar kirin ku ev tecrîd li ser Rêber APO pêwiste êdî bi dawî bibe. Ji ber ku bi azadîya fizikî ya Rêber APO em dikarin pirsgirekên Kurdistanê û giştî Rojhilata Navîn çareser bikin. Heya Rêber APO bi fizikî azad nebe wê alozî û şer li heremên berdewam bikin.

Başa dön tuşu