REQQA – Di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’emîn Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan Ocalan li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Ji gelek bajar û herêman komên jinên ciwan beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcana ku şaxên werzîşê yên cuda yên wekî şetrenc, futbol, voleybol, karate û tenîs tê de cih digirtin, wêneyên rengîn derketin holê.
Di dawiya mîhrîcanê de xelat li komên serketî hatin belavkirin. Piştre dîlan ji aliyê ciwanan ve hatin pêşkêşkirin û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” “Jin Jiyan Azadî” bi Kurdî û Erebî hatin berzkirin.





