Çalakiyên CiwananDaxweyanîGiştî

​​​​​​​`Em dê xeta şoreşê bidomînin û erka xwe ya li hember Rêbertî û şehîdan bînin cih`

TEBQA Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê bajarokê Cirniye yê Tebqayê nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber APO û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember wan gefan şermezar kirin. Nûnerên Rêveberiya Sivîl, Meclisên leşkerî û Tevgerên jinên ciwan, tev li xwendina dauxyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgerên ciwanan ên Cirniye daxuyaniyên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber APO li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye. Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên hiqûqî û civakên navneteweyî li hember van gefan û daxuyaniyan hat şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku ev bêdengî, tê wê wateyê ku ev rêxistin şirîkên dewleta Tirk a dagirker in. Di dawiyê de, hat eşkerekirin ku ciwan bêdeng namînin û dê xeta şoreşê berdewam bikin, erkên xwe li hember Rêber APO, gelan û şehîdan bînin cih û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, destpêkirina seferberiya giştî hate ragihandin.

Başa dön tuşu