Çalakiyên CiwananGiştî

Li Kobanê Ciwanên PYD ê ji bo Azadîya fizîkiya Rêber Apo dest bi Pirtûxane ya Gerok kirin

KOBANÊ-li Kobanê Ciwanên Partîya Yekîtîya Demokratî PYD, ji bo Azadîya Fîziki ya Rêber Apo çalakîya pirtûxaneya Gerok dan destpêkirin. Ev çalakî wê hefteyekê berdewam bike armanca Ciwanan ji vê çalakîyê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo di nava Civakê de ye her wiha ji bo agahdarkirina gel ji rewşa Rêber Apo ye.

Pirtûkxaneyê Gerok wê li hemû navçeyên Kobanê bigerê.çalakîya Ciwanan rastî eleqeyekê mezin tê

Di çalakîyê de pirtûkên Rêber Apo li ser Gel û Ciwanan tên belavkirin her wîha di çalakÎyê de dahurandina Rêber Apo li ser Şerê Gelê Şoreşgerî tên pêşandan.

Çalakî  li navçeya Şêranê ya Kobanê destpêkir û di tevahî Navçeyê de gerîya her wîha Sînevîzyonek li ser Berxwedana 14 tirmehê hat pêşandan

Tê payîn ku pirtûkxaneya Gerok li Kobanê Gera xwe ê berdewam bike.

Başa dön tuşu