Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Tapqa xwe li dijî êrişên dagirkeran perwerde dikin

TAPQA – Îro jinên ciwan li Tapqayê hatin cem hev û perwerdeya çekan organîze kirin. Di perwerde de jihevxistin û komkirin çekan bûn. Perwerdeya çekan di çarçoveya xebatên kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat danîn. Armanca kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ew e ku jinên ciwan nava şer de ji rol û erk bigren û vê welatê xwe li hemberî hemû êrîşna biparezin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên ciwan di çarçoveya parastina rewa xwe perwerdekirin. Yekîtiya Jinên Ciwan diyar kir ku biçekbûn mafê wan ê rewa ye û keleşa xwe hildidin û li dijî êrişan bisekinin.

Başa dön tuşu