Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Li Şehba amedekariyên Jinên Ciwan ji bo Festîvala ya şehîd Zîlan

ŞEHBA – Yekîtiya jinên ciwan îro ji amadekariyên Festîvala sêyemîn ya şehîd Zîlan ku wê di bin dirûşmeya kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ tê lidarxistin, kirin.
Ne tenê îro, bi rojan e jinên ciwan li Şehba kom dibin û amadekariyên dawî yên Festîvala ya şehîd Zîlan dikin. Festîval 30ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê saet 16:00 de dest pê dike. Di roja ewil de bernameya festîvalê wê ji aliyê çandî dê bê pêşkêş kirin. Di nav amedekariyên ji bo bernameya roja 30ê Hezîranê de, provayên govendê, dîlan, helbest û provayên folklorê hene. Her wiha tîmên futbolê ji bo roja duyemîn jî xwe amade dikin, ji ber ku bernameya roja duyemîn dê werzişî be. Di roja duyemîn de jî dê tûrnûvaya futbolê, lîstikên curbecur û çalakiyên werzişî yên wekî bisiklêtê bên lidarxistin. Her wiha straneke nû ji bo kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” dê cara yekem bê pêşkêşkirin.

Başa dön tuşu