Yekîtiya jinên ciwan îro amadekariyên konsera ku wê îro di bin dirûşmeya kampanyaya nû ‘Jin Jiyan AzadîSerbixe Azadî’ tê lidarxistin, kirin.
Jinên ciwan li Qamislo ji bo amadekariyên dawî yên konsera îro ya êvarî careke din hatin cem hev. Ne tenê îro, bi rojane jinên ciwan li Qamislo kom dibin û amadekariyên konsera îro dikin. Di nav amedekariyan de îro jinên ciwan pankarta ku li ser dikê bê daliqandin boyax kirin. Her wiha îro ji bo pêşengeha wêneyan wêne hatin çapkirin û ji bo daliqandinê pêşengehê hatin amadekirin. Jinên ciwan di amadekariyên xwe de pir bi coş in, ji ber ku konser bi armanca kampanya baştir were naskirin û di heman demê de xurtkirina kampanya tê lidarxistin. Konser îro di seat 6 ê êvarê de li Qamişlo, parka avesta dest pê dike.