Çalakiyên CiwananJinen Ciwan

Jinên xwendekar li dijî êrîşên kîmyewî li kolanên Qamişlo çalakiyek lidar xistin

QAMIŞLO – Di bin dirûşmeya hemleya nû ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ jinên ciwan ên xwendekar li navenda bajarê Qamişlo li hev civiyan û li dijî êrîşên rojane yên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin. Beriya her tiştî êrîşên kîmyewî yên dijmin bi tundî hatin şermezarkirin û ev yek bi cilên taybet hate nîşankirin.
Her wiha wêneyên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd ketin û zarokên ku li Serêkaniyê bûne qurbaniyên êrişên kîmyewî hatin nîşandan.

Ji hêla gel çalakî bi eleqeyek mezin hat temaşw kirin. Herî dawî jinên ciwan bi cil û bergên xwe yên taybet û boyaxa gazê ya rengîn dirûşmeyên jin jiyan azadî qîriyan.

Başa dön tuşu