Çalakiyên Ciwanan

Ciwanên Kobanê ji bo Mexmurê Meşîyan

îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan ji bo pişgrîdayîna Berxwedana Gel ya Wargeha Şehîd Ristem Cûdî li kobanê Meşekê Mêşalêyan lidarxistin.

bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan Tevlî Meşê bûn. Meş li Qada Şehîd Egîd Destpêkir û li Qada Jina Azad bi daxuyanîyekî dawî bû.  di meşê de alên Rêber Apo, Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan û Pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin ” Cenga Azadîyê Serbixîne Mexmurê Biparêze ” hatin hildan. Di meşê de Bê navber Sloganên ” Bê Serok Jîyan Nabê ” ” Em Ciwan Em Ciwan Canfedayê Ocalan ”  ”Bijî Berxwedana Mexmurê ” Bang kirin.

Dema ku meş gihîşt qada Jina Azad li wir li ser navê Ciwanên Şoreşger Hîlal Mihemed Axivî û got: tu hêz nikarin Mexmurê dorpêç bikin. li wir gelekî Berxwedêr li berxwe dide. wê Ciwanên Bakur-Başur-Rojhilat-Rojava li kêleka Gelê Mexmurê bisekinin. û li hembêrî îxanet û dagirkerîyê emê bêdeng nemînin. wê kesê îxanet kar û dagirker bila baş bizanibin ku wê Ciwanên Apoyî bêdeng neminê.em Berxwedana gelê xwe ê Mexmurê silav dikin.

Meş bi sloganên ” Bê Serok Jîyan Nabê” bi dawî bû.

Başa dön tuşu