Çalakiyên Ciwanan

Ciwanên Şoreşger li Herêma Firatê bi civînekî beşdarbûna xwe ya hemleyê “Cenga Azadiyê serbixe” ragihandin

KOBANÊ- Li Herêma Firatê meclisa ciwanên Şoreşger ê Surîyê a herêma Firatê di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Serbixe bi amadebûna bi dehan Ciwanan civînek lidar xistin.
Di civînê de geşedanên ku li herêmê rû didin bi taybet tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê hatin nirxandin. Ciwanan taybet bal kişandin ser dorpêç kirina Mexmurê ji alîyê hukumeta İraqê ve û gotin: Dewleta dagirker ê Tirkî û îxanatkarê PDK hemû êrîşa xwe li ser Rojava ê Kurdistanê didomînê û vê carê jî bi Hukumeta İraqê re dixwazin Gelê me ê Mexmurê dorpêç bikin.
Her wiha rewşa Rêber Apo bi berfirehî di Civînê de hat nirxandin.
Civîn bi slogana ‘’ Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.

Başa dön tuşu