https://ok.ru/video/5691223181871
QAMISLO – Festîval li hola Şehîd Zelal hate li darxistin festîval bi deqeyek rêzgirtin destpê kir pişt re li ser navê Tevgera Xwendekaran heval Arîn axivî:Di serî de bi xêrhatina tevahî xwenderakan kir û got em vê festîvalê diyarî Ş.Şahîn Cûdî dikin û ev demek agahî ji rêber Apo tine ye em weke xwendekar weke ciwanê vî welatî lazime em hertim li ser piya bin û em bang li tevahî xwendekarê Kurdistanê dikin ku pêwîste em rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.
Girûpên ku di roja duyem de beşdarî festîvalê bûn girûpên şano,dîlan,sitran,helbest û pêşbirka zaist bû. Her wiha hemî kesên ku peşdarî festîvalê bi bûn hatin xelat kirin. Festîval bi beşdariya hunermend Osman Faris û Hisên Derwîş bi geran dina dîlanê bi dawî bû.