Çalakiyên Ciwanan

Li Kobanê perwerdeyê Ragihandin ser navê Şehîd Şahîn Cûdî dest pê dike

Bi beşdariya zêdetirî 40 xwendekarên keç û xort ên zanîngeha Kobanî û Peymangeha Şehîd Zozan û di bin çavdêriya Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Ciwan û Werzişê de, dewreya ragihandinê dest pê dike.

Desteya Ciwan û Werzîşê civînek berfireh li dar xist û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre behsa giringiya rola ragihandinê li hember şerê taybet û bandora wê li ser raya giştî hate kirin, û behsa rola ragihandina azad li ser platformên medyaya civakî kir.

Başa dön tuşu