Çalakiyên CiwananJinen Ciwan

Jinên Ciwan û Kongra Star li Şehbayê ji bo şermezarkirina sûcên tecawizkirina 2 zarokan li Efrînê meşîyan

Bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, serbixe azadî” bi pêşengiya jinên ciwan û Kongra Star, zarok û jinên Efrîn û Şehbayê li Fafînê meşiyan.
Meş ji pêşiya meclîsa Fafînê destpê kir û ber bi dibistana ajotinê ya Fafînê ve dewam kir.
Piştî ku meş bi dawî bû li dibistana ajotinê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftin hatin kirin, li ser navê jinên ciwan Zîn Mihemed û li ser nav rêveberiya Kongra Star Necah Hisên axivîn.
Di axaftinan de şehîdên doza azadiyê hatin bîranîn û her du bûyerên tecewuzkirina zarokan a li Efrînê, hatin şermezarkirin. Her wiha di axaftinan de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk ji despêka dagirkirina Efrînê û vir ve rojane asta sûcên xwe bilindtir dike. Herî dawî di vê heftê de 2 zarok hatine tecawuzkirin. Divê rêxistinên mafên zarokan li hember vê yekê bê deng nemînin û ji ber van sûcan hesab were xwestin.”

Başa dön tuşu