Heval Êrîş li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewda ku yek ji eşîrên bi kok û dilsozê çanda xwe ya Kurdistanê ye, li gundê Germavê yê Elkê ji dayik bû. Gundê Germavê ku bi welatparêziyê tê naskirin gelek ewladên xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Ji ber vê yekê jî dijmin timî zext li vî gundê me yê welatparêz kir. Malbata heval Êrîş jî ji ber zextên dijmin neçar man ji gund koçî Wanê bike. Heval Êrîş ji ber ku di demekî welê de bû ku van polîtîkayên dijmin fêhm bike, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Bi neçûyîna dibistanên sîstemê ev hêrsa xwe nîşan da û di baweriya têkoşînê de bû. Heval Êrîş demekê li nava karên ciwanan xebitî. Di heman demê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike çû metropolên Tirkiyeyê, li wir nêrîna dewleta Tirk a li gelê Kurd hîn bi eşkere dît. J ber vê yekê jî hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû û gihîşt wê baweriyê ku di têkoşînê de divê hîn kûrtir bibe. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û hinek şehîd ketin, heval Êrîş biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe û wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî bi cih bîne.
Heval Êrîş li ser vê bingehê sala 2012’an beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya destpêkê li qada Xakurkê dît. Ji ber şert û mercên giran ên şer, neçar ma ku perwerdeya şervanên nû nîvco bihêle û cihê xwe di nava Pêngava Şoreşgerî ya Şemzînanê de girt. Tevî ku wî dixwest biçe qada şerê giran, ji ber nebûna tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê û şer, li nava karên binesaziyê hate wezîfedarkirin. Heval Êrîş bi bandora têkoşîna lehengî ya hevrêyên xwe gihîşt wê baweriyê ku divê hêjayî vê têkoşînê be û bi hemû hêza xwe ji hevrêyên xwe re bû alîkar, hewl da ku kêlî bi kêlî hevrêyê xwe hîs bike. Ji ber vê yekê di her karî de serketî bû û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Heval Êrîş di Pêngava Şemzînanê de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin û li ser vê bingehê xwe bêhtir kûr kir û xwest xwe xurtir bike. Ji bo vê jî derbasî Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî bû û li vir tevî perwerdeya li ser operasyona giştî her wiha tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hem ji aliye leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bêhtir xurt kir, li dijî êrîşên DAÎŞ’ê û çeteyên mîna wan, xwest ku bi têkoşîna gelê me re be û weke şoreşgerekî Kurdistanê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê sala 2015’an tevlî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû û cihê xwe di gelek pêngavan de girt. Di vê pêvajoya şer de bi tevlîbûna xwe ya fedaî bala hevrêyên xwe kişand û bû milîtanekî ji hevrêyên xwe hemûyan re bibe mînak. Di pêvajoya şerê giran de bi sekn û tevlîbûna xwe bû hevrêyekî li pêş. Heval Êrîş di pêvajoya şer de kûrbûna xwe mezin kir û bi taybetî ji sekn û hevrêtiya ji fermandarên pêşeng ên Hêzên Taybet hevrê Şervan Varto û Şehîd Bawer Xebat bi bandor bû û xwest tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji bo vê jî israr kir. Piştî ku pêşniyara wî ya ji bo Hêzên Taybet hate qebûlkirin, hevrêyê me Êrîş beşdarî pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê bû û li vê derê xwe ji aliyê ruhî û manewî ve bêhtir kûr kir. Di kûrbûnê de jî şikandina tecrîda li ser Rêberê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberî ji xwe re kir esas, jiyaneke bêyî Rêbertî ji xwe re bêwate dît. Lewma li her qada jiyanê ji bo pêkanîna vê armancê têkoşiya. Hevrêyê me ev sekna xwe li her kêliya jiyanê nîşan da, bû xwedî nêzîkatiyeke kedkar. Bi hezkirina ji kedê xwedî li jiyana partiyê derket. Bi vê sekn û dilsoziya xwe ya li nava têkoşînê bû pirek ji bo xwegihandina sira heqîqetê, bû mifteya jiyana kûrbûna hevrêtiyê. Hevalê Êrîş di nava jiyanê de helwesteke welê nîşan da ku li ser xeta ji lehengên me yên nemir Zîlan. Heval Êrîş fedaîtî bi gotina ‘jiyana bi wate ya li ser xeta Şehîd Zîlan’ pênase kir û ev pênase li her kêliya jiyana xwe bi cih kir, bi vî rengî tevgeriya, tevlî bû.
Piştî ku dewleta Tirk a qirker 14’ê Nîsanê dest bi êrîşan kir, heval Êrîş xwest biçe qada şerê giran û li gel hevrêyên xwe yên jiyan bi wan re parve kiribû. Heval Êrîş di vê daxwaza xwe de bi ser ket û derbasî qada Zap ê bû, cihê xwe di nava
tîmên bi tevger ên gerîla de girt. Di her kêliyê de li ser wê yekê kûr bû ku derbên xurt li dijmin bixe. Li qada Girê FM’ê di çalakiyê de bi fedaîtî bi ser dijmin ve çû û derbeke giran li dijmin xist. Heval Êrîş heta nefesa xwe ya dawî şer kir û bû yek ji şehîdên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Bû nûnerê dawî yê ruhê êrîşê yê bilind ê Apoyî ku Nalîn, Laşer, Ozgur û Hêzilan dan destpêkirin.