DîtbarîDosyaGiştî

Piştî 44 salan ji berxwedanê êdî ew berxwedan bi serketinê bi encam dibe

Di dîroka Kurdistanê de gelek rabûn derketin ,hin caran ev rabûn bûn serhildana hin caran jî bûn şoreş .
Ji rabûna Şêx Ubeydulah Nehrî heya PKK’ê bi sedan salan kurdan li berxwedan, Di her carê de ev serhildan dirêj nekirin û di demeke kurt de dihatin têk birin û perçiqandin .
Pêşengên wê jî dihatin mişaxkirin yan jî dihatin sêdar kirin ,Eger em sedemên wê lê bikolin ,wê gelek sedem derkevin
Lê ya esasî ew ku serhildan di herêmekê yan jî bi çend eşîran pêk dihat .
Sedema din ew bû ku ev serhildan derbasî perçeyên din ên Kurdistanê ne dibû tenê di herêmekê yan jî di parçeyekî de sînordar diman û dibûn şîva guran têk diçûn, serhildana herî dawî ji ku hatiye parçiqandin serhildana Dêrsimê ye .
Ji serhildana Dêrsimê heya sala 1970’î de êdî dewleta Tirk di çavên civaka kurdê çavtirsyayî de bibû têkneçûyî
Êdî kesê pêra dibêjin kurd li ber mirinê ye û hilmên xwe yên dawî dikişîne mîna kuzê şewitiye û bûye kûmir.
Dewleta Tirk êdî Qubris bi navê Operesyona aştiyê dagir kiribû .
Êdî derbeyan li Tirkiyê destpêkiribû û serokê Tirkiyê hatibû bidarvekirin, di wê demê de gelek kurd ketibûn ber diranê kelpidanê de .
Di demeke zor û zehmet de partiya karkerê Kurdistan piştî rêxistinbûna 6 salan bi kongreyekê xwe damezrandin .
Ev kongire li Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê li gundekî bi navê fîs a ser bi navçeya licê ve hat li darxistin .
Piştî damezrandinê bi çar salan vê carê dewleta Tirk bi fermana Nato li hemberî tevgerên şoreşger derbeyek leşkerî li darxistin .
Di vê derbeyê de gelek partiyên çepgir hatin tesfiye kirin .
Lê PKK ‘ê bi serkêşiya Rêber APO tedbîrên xwe girtibûn û beşek ji qadroyên pêşeng derbasî derveyî welat kiribûn .
Derketina PKK’ê ne tenê derketinek siyasî û leşkerî ye , Feraseta yekemîn ku derketina PKK’ê şikand Tirsa gel a li beramberî dewleta Tirke , Bê hêviyan ku winda kiribûn Ji nû ve şîn bûn Êdî gelê kurd xwedî artêşe û di 15’ê Tebaxê de pêngava şoreşgerî hatiye avêtin, êdî gerîla bi çalakiyan leşkerî tolê ji artêşa nato hiltîne .
Ew kurdên ku bûye komir ji nû ve şîn bû ,
Piştî 44 salan ji berxwedanê êdî ew berxwedan bi encamên serketinê bi encam dibe .
Gelek aşkere tê derketin çawa ku çekên kîmyawî li hember gerîla bikar tînîn .
Ev yek li hember çavên cîhanê ku ji xwere dibêjin maf perest pêk tê, Em her roj dibînin ku çawa gerîla derbe li ser derbe li dijmin dide çawa ku diçe ser cinazeya wan û çek ji ser radike. Em dibînin ku dewleta Tirk cenazeyê xwe bi saxî çawa dişewitînin Ev yek tenê tiştî diyar dike Me derbeyek mezin li dewlata Tirk daye tenê maye ku em derbeya mirinê li dewleta Tirk bidin, Divê her kesê ku dibêje ez mirovim rabe ser piyan û erka xwe bi cih bîne da ku em Rojhilata navîn hemû ji kangrena dewleta Tirk xilas bikin. .

Temaşe bikin jî
Kapalı
Başa dön tuşu