DosyaJinen Ciwan

Xeta Tekoşîna li Beramberî xiyanetê Şehîd Bêrîtan

“Tiştên di qutikê de hatin nivîsandin, min nadin nasandin Tiştên ku min bidin nasîn tiştên ku min nivîsîandine”bi van hevokan gulnaz keretaş di dibistanê de xwe dide nasîn ,Gulnaz keretaş bi navê Tevgerî Bêrîtan di sala 1971 ‘an de li bajarê Çêwlik ê ku dikeve Bakurê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike çend salên Gulnaz ên zarokatiyê li Çewlîkê derbas bû û roj hat bi tayina bavê xwe berê xwe dan Xarpêtê dibistana seretayî ,navîn û amadeyî li Xarpêtê xwend ,dema ku malbat hat Xarpêtê li taxa Fevzî Çakmak bicih bûn.
Li Xarpêtê, wê demê 2 taxên wek Fevzî Çakmak û Yildizbaglari bi taxên elewî û şoreşgeran dihat zanîn gelek Kurdên ji Dersîmê hatibûn li van her du taxan dijiyan malbata Gulnaz jî li vê taxê dijiya di Sala derbeya 12ê Îlonê li van taxan rojên zor û dijwar bûn ,her roj êrîş û binçavkirin hebû, vê yekê bala Gulnazê jî dikişand û di mêjiyê xwe de lêpirsînek “Çima?” dabû destpêkirin.
Dibistana ku Gulnaz dixwend Lîseya Anadolu a Xarpêt bû ku Li van deveran zarok ji neteweya wan, ji baweriyên wan dihatin dûrxistin ,sala 1989’an Fakulteya Zanista Îdarî û Îqtîsadî ya Stenbolê qezenc kir û dest bi zanîngehê kir ,bi destpêkirina zanîngehê re êdî lêgerînên wê yên berfireh û kûr destpê kir.
Şoreşgeriya wê û eleqeya wê ji şoreşê re gelek bihêz bû,di Sala xwe ya yekemîn de tevgera azadiya Kurd nas kir û Tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger bû,Gulnaz keretaş Sala 1991’an ji bo jiyana xwe kir merheleyek nû , ango merheleya esas destpê kir,di vê salê de Biryar da û tevlî nav refên gerîla bû.
piştî demekî ji gerîlatiyê li çiyayên kurdistanê di 25’ê îlona 1992’an ji bo çalakiyek amadekarî dikirin ,amadekariya çalakiya Rûbarokê bû.
Bêrîtan bi vê çalakiyê di nav gerîla de derket pêş, di vê çalakiyê de jî birîndar bû,Piştî vê çalakiyê, wek fermandarê Tîmek derbasî Şemzînan bû,di 3 yê Cotmeha 1992’an de li hember gerîlayên azadiyê koalisyona herî barbar ava bû PDK rumeta xwe firotibû û ketibû nava lêgerîna bê rumetiyê,Dewleta faşîst û PDK şer dabûn destpêkirin .
Ev Şer ne bi tenê li herêma Xakûrkê bû,Li Zagros, Metînan û Heftanîn jî êrîşî hêzên gerîlaya dikirin,Bêrîtan û tîma xwe di vî şerî de cih girtibûn Li herêma Xakûrkê bûn,bi rojan ev şer berdewam kir di nava geşbuna agir de Bêrîtan dev ji eniya xwe berneda Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin.
Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçandinê rizgar bike Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singê xwe ve birîndar bû ,Ji her derê bedena wê xwîn diherikî Lê şer dewam dikir ,xayînan bang lê kirin Bêrîtan bi tenê bû gotin “were teslîm bibe emê te xilas bikin” ,lê Bêrîtanê lenet li xiyanetê anî û di 25’ê cotmehê de xwe ji kendalan avêt û bu teyrek û firiye,çalakiya Heval Bêrîtan li kurdistanê deng veda di serî li ser ciwanên kurdistanê û jinên ciwan bandorekî mezin çêkir ,piştî çalakiya Hevala Bêrîtan bi dehan çalakiyên fedayî hatin kirin ,herî dawî jî li bajarê mersînê li dijî navendek leşkerên dewleta tirk a faşîst 2 gerîllayên ciwan Sara û Ruken çalakiya fedayî li darxistin, di encamê de gelek leşkerên dewleta tirk hatin kuştin ,ev çalakî ne tenê bersivdayîna pêvajoyê bû her wiha laneta li damara xiyanetê bû.

Temaşe bikin jî
Kapalı
Başa dön tuşu