MINBIC– Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê konferansa xwe ya 2’yemîn bi dirûşma “BI RIHÊ CIWANTIYA VIYAN Û NÛJIYANAN, EMÊ ŞERÊ AZADIYÊ BI SERBIXIN” li dar xist.
Konferans li hola Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin, tê de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Kombûna Jinan a Zenûbya û Mala Jinan a Minbicê, beşdar bûn.
Di destpêka konferansê de, Mizgîn Cotkar bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Mizgîn Cotkar lidarxistina konferansa 2’yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan pîroz kir.
Mizgîn Cotkar bal kişand ser rola mezin a ciwanan di birêxistinkirina civakê de û gotina rêber Ocalan anî ziman: “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala rizgariya jinan ji koletiyê.”
Piştre, endama Yekitiya Jinên Azad a Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên li ser ciwanan xwendin û got: “Ciwan ew beşa ku coşa xwe diparêze û ber bi avakirina civakeke azad ve diçe. Bikeftinê qebûl nake.”
Piştre, sînevîzyonek li ser xebatên yekitiyê hat pêşandan, geşedanên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şîrovekirin û rapora salane ya yekitiyê ji aliyê endama yekitiyê Şîrîn Ehmed ve hat xwendin.