Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwan û şeniyên Kobanê: Bikaranîna çekên kîmyewî nîşana lewazbûna dagirkeriya Tirk e[:]

[:ku]

KOBANÊ– Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajêr ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîlayên çiyayên Kurdistanê, tev li çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lewazbûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide, her wiha bang li kurdistaniyan kir ku têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.
Piştre, hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Mihemed Sidîq wiha axivî: “Civata navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng in, rêya yekane ya têkbirina van êrişan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye.”

Çalakî bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

[:]

Başa dön tuşu