DaxweyanîDîtbarîGiştî

Ji bo bersivdayîna çalakiya fedayî a Mêrsînê 5 ciwanên Minbicê tevlî nava gerîlla bûn

Bi armanca bersivdayîna çalakiya fedayî a ku ji aliyê herdû gerîllyên ciwan Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve li bajarê Mêrsînê pêk hatiye, 5 ciwanên Minbicê bi daxweyaniyekê tevlêbûna xwe ya nava refên gerîlla ragihandin û tekez kirin ku çalakiya her dû fedayîyan Sara Tolhildan û Rûken Zelal ji bo tevlêbûna wan fermaneke divê pêk were .

Daxweyaniya tevlêbûna 5 ciwanên minbicê wihaye:
Ji bo gelê me yê welatparêz û ciwanên me yên azadiyî xwaz
Êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê 5 meh bi dawî kirin û dikeve meha xwe ya şeşan ,ev êrîş ne tenê li dijî gerîlla yên azadiya Kurdistanê ye , di rastiya xwe de êrîşek li dijî gelên azadîxwaze.
Gelên ku azadî dixwazin hebûna wan bi saya lehengiya hebûna gerîla ye, dewleta faşîst û dagirker çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li Başûrê Kurdistanê bê ferq û cudahiya di navbera Kurd, Ereb û Suryan de li dijî gelan komkujiyan pêk tîne.
Tenê armancek wê heye ew e ku dawî li xeyalên azadiyê yên ku bûne rastî bîne,tekoşerên azadiya Kurdistanê ku ji Xwişk û Birayên me ji hemû pêkhateyan pêk tên, bi Qehremanî, bi Îrade, û Îsrarek bilind çongê li faşîzma sed sala 21’an li çiyayên Kurdistanê datînin.
Di 26’ê Îlona 2022’an de du Jinên Ciwan Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek fedayî pêk anîn.
Her du Ciwanên têkoşer Rûken û Sara ev ruhê êrîşê û fedekariyê ji berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê girtin.
Em jî weke ciwanên Bajarê Minbicê xwe berpirsyarê vê fedekariyê dibînin û divê li pêşberî vî karî berpirsyariya xwe bi cih bînin, ji ber ku ev çalakiya fedayî ku ji aliyê her du ciwanan ve hatiye kirin fermaneke lazime pêk were .
Li welatê me şer heye, axa me hatiye dagirkirin, gelê me koçber bûye, ev hemû kiryarên dijmin bûne sedema hêrsa me ya li hember dijmin.
Me weke Ciwanên Kurd û Ereb ji bo xatirê welatê xwe û ji bo jiyana azad bi Rêberê xwe re biryar da ku em tevlî nava refên gerîla bibin.
Em soz didin gelê xwe ku em ê talîmat û fermanên du fedayîyan Sara û Rûken pêk bînin û li ser vê bingehê careke din dibêjin em ê vî dijminî têk bibin û li vir defin bikin.
Em bang li hemû Ciwanên Kurd û Ereb dikin ku tevlî şerê azadiyê bibin, bi berpirsyarî tevbigerin, tevlî nava refên gerîlla bibin, destkeftiyên xwe biparêzin, destûr nedin ti kesî ku xaka me ya pak û pîroz qirêj bikin..
Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekemîne ku ciwan bi vî rengî berê xwe didin çiyayên azad ,di demên ku wezîrê şerê taybet a hikumeta AKP’ê û xayînên wek PDK’ê ku dixwezin bi derwan nîşan bibin ku êdî ciwan di rojavayê kurdistanê de nemane û tu kes berê xwe nade çiyayê kurdistanê ,li beramberî vê ciwanên kurdistanê bi hemû pêkhateyan bi berpirsyarî tevdigerin û wan derewam vala derdixînin.
Di demên borî de di 50’emîn sala serkeftina Rêber Apo de 50 ciwan ji rojavayê kurdistanê bi hevre berê xwe dan çiyayên kurdistanê û heya niha jî ciwan ref bi ref tevlî nava refên gerîlla dibin..

Başa dön tuşu