Şehîd

[:ku]Şehîd Ezîz Întîqam û Şehîd Mesud bi merasîmek leşkerî hatin oxir kirin[:]

[:ku]Şeniyên Bajarê Reqa yê 2 şehîd bi merasîmekê oxir kirin. Bi sedan şêniyên Bajarê Reqa yê cenazeyên du şehîdan li goristana Bajarê Reqayê oxir kirin. Şehîd Ela Ehmed Hemze bi nasnav Ezîz Întîqam ku bi xwe ji bajarê Humisê ye û endamê Ciwanên Şoreşgere , li bajarê Hesekê di encamê qezayekê de şehîd ket.
Merasîma her du şehîdan bi Törena leşkerî dest pêkir . Di merasîmê de li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger ê Reqa yê Buşr Ehmed axivî û got: “Em bejna xwe li beramberî wan qehremanan di tewînin ,em bejna xwe li beramberî wan dayîkên ku ev qehreman anîne em bejna xwe ditewînin,ev şehîd ji bo gelê xwe û kerameta xwe şehîd ketin. Em sersaxiyê ji tevgera xwe û gelê xwe re dixwezin,bi saya van şehîdan niha em bi berxwedanî û bi hêz li vir rawistiya ne ,wan şehîdan nasname û hebaûna me parast,em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi giştî û ciwanên şoreşger li Bajarê Reqa yê bi taybet em bi şihadeta endamê xwe ser bilindin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Nasnameya her dû şehîdan wiha ye:

Navê Tevger: Ezîz Întîqam

Nav û paşnav: Ela Ehmed Hemze

Navê Dê: Ximran

Navê bav:Ehmed

Cih û Dîroka ji dayîkbûnê: 2006/Humis- Resten

Cih û Dîroka Tevlî bûnê:15/08/2022 Reqa

Cih û Dîroka şihadetê:06/10/2022 Heseke
Navê Tevgerî:Mesud

Nav û paşnav: Hîlal Mihemed El mihemed

Navê Dê:Fatim

Navê bav: Mihemed

Cih û Dîroka ji dayîkbûnê: 1/1/2002 Eyn îsa

Cih û Dîroka Tevlî bûnê: 1/06/2022 Reqa

Cih û Dîroka şihadetê 10/10 2022 Eyn îsa

[:]

Başa dön tuşu