Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir

0
90

Bi dirûşma “Bi ruhê fedayîtiya gerîla çanda şoreşgerî mezin bikin azadiya rêber Apo misoger bikin” îro li Kobanê Mîhrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir dest pê kir.
KOBANÊ- Mîhrîcana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firat orgenîz kirî li qada Jina Azad a li navenda bajêr dest pê kir. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tê de hazir bûn.
Di destpêkirina Festivalê de dengê bavê şehit Bawer Agir hate guhdar kirin. Bavê şehit bawer Agir behsa kesayeta Şehit Bawer Agir kir û behsa pewistiya mezinkirina berxwedanê kir

Piştre Cîgira Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jînda Yusif axivî û got: “Destê xiyanetê dirêjî mekirin û li dijî rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anîn. Ev komplo careke din nû kirin û axa me dagir kirin da ku projeya demokratîk derbe bikin.”

Jînda Yusif daxuyand ku ji zêdetîr serdemekê ve li dijî Kurdan komkujiyan pêk tînin, lê belê îro bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan Kurd serî hilda.

Jînda Yusif wiha domand: “Di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi hezaran ciwan hene ku ji bo ewlehiya me, canê xwe feda dikin. Ji ber wê, madem gerîla heye û li hember dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide,”
Di mîhrîcanê de komên ji Reqa,Cizire, Minbic û Kobanê hatin berhemên xwe pêşandan.

Mîhrîcan dê sibe pêncşem bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ê şehîd Ahmet Akyuz (Bawer Agir) di 13’ê Cotmeha 2019’an de li gundê Hiwêce yê Girê Spî di berxwedana li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.