Partiya Demokrat a Kurdistanê – Iraq berdewam e li ser çûna li dijî berjewendiyên tevgera Kurdî û hevkariya bi rejîmên desthilatdar û dagîrkerên Kurdistanê re.
Piştî peywendiyên wî yên bi rûmet bi hikûmeta Erdogan a zalim re û tevî şerê gemarî ku li dijî Kurdan dimeşîne, asta hevkarî û hevahengiya bi rejîma Îranê re eşkere bû
Li şûna ku bi ruhê “Jîna Emînî” piştgirî bidin şoreşa Rojhlat a bi pêşengiya jin û ciwanên azad de , hevkarî û hevahengiyê di daxuyaniya nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê-Iraqê yê Îranê “Nazim Debax” de eşkere û diyar e.
nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê-Iraqê yê Îranê “Nazim Debax” ji Ajansa fermî ya Îranê re dibêje:
“Di civîna şandên hevbeş ên Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tekezî li ser valakirina baregehên komên Kurdistanî yên li herêmê hate kirin û em li benda cîbicîkirinê ne. Ji vê biryarê …divê navendên sînorî were valakirin an jî ew baregehên ku ji dema Seddam heta îro hebûn tê de hene lazime werin wara kirin.”
Divê her kes bizane ev partî çi dike û bi kê re mijûl dibe. Berjewendiyên wê bi hikûmeta zalim Erdogan, dijminê sondxwarî yê gelê Kurd re heye û niha jî bi hikûmeta mela û aTehranê re li dijî kurdan û şoreşgerên “Rojhilata Kurdistanê” û li hev dike. ji bo ku navend û kampên penaberan ji sînorên çêkirî yên hundir dûr bihêlin dixebitin.