Em li ku ne negiringe! Em çawa rewşe dixwînî û çawa wate didinê ew giring e. Wek mirov, wek netewa Demokratîk, wek zayendî çiqasî di ferqa berpirsyariye xwe de ne, ew giringe.
1998’ li bajarê Şamê Rêberê rêberan, Rêberê mirovatiya peşverû Rêber Apo, hemû temenê xwe can baxşeyî mirovên azad û mirovatiya pêşverû kiriye. Bêy ku du diliyekê jiyan bike. Bey ku navberekê bide meşa xwe ya bê dawî. Hemû temenê xwe kiriye riya xilasiya gelê bindest û neqşeya riya azadiya mirov û mirovatiya peşverû.
Gava hêzên xêrnexwaz û yên xwin mij ev hewildanê hêja yên Rêber Apo dîtin, nikaribûn tahmul bikin. Dest bi komploya nav dewletî kirin li dijî Rêber Apo. Ta ku wî ji wekî Hunbaba
(bavê mezin) bikujin û civak û xwezaya wî di nav xwe de par ve bikin. Xwastin gelê azad bê hêvî bihêlin û ketin nav liv û tevgerê ji bo ku Rêber Apo jî holê rabikin. Hemû cîhan ahlaqê xwe firotibûn û dabûne pey berjewendîyên xwe û bazirganiya xwe. Bê ahlaqane gef li serokê Suriye Hafiz Esad dixwarin. Ji bo radestkirina Rêber Apo. Yahudî rûyên xwe yên bê rahim dabû der û carekedin hiristana çarmixa Îsa ji birkiribûn. Bubûn hevkarê Yahudiya, mûslûmana. Muhammed li pazara difirotîn wekî mina Kerbelayê. Hêviya xilasiya gelê min kirin dorpêçê û destê xwe dane hev, hêzên dagirkeriyê. Taribûne xeleke ji naletî û teriqandin ji cîh û warê wî bi xeribiye xistin. Bere wî dane Roma reş, Yunana pust û Moskovaya, Namus firotî, dawijî berê Rêber Apo dane walate reşîka Kenyaya mirov xwar. Li ser serê Rêber Apo, Çi dibû? Çi diqewimî? Di qirnê 21’ de li ser serê Rêber Apo. Ev çi deme? Çi bazare? Li ser serê Rêber Apo hemû bazirganê mirovatiyê di wan kêliyan de di bûn yek û mîna hovan erişî Rêberê Apo dikirin, wek gurê devê bixwîn.
Ew kesan jî xwe re digotin demokrat û hemû bibûn birokrat, hemû kesên ku ji xwe re digotin sosyalist hemû bûbûn reformist senaryoya 3’ê meymûna dilistin; Di gotin: min nedit, min nebihist û min nexwandiye. Ev dimen li beramberî rewşa Rêber Apor dihate jiyankirin.
Erd û azman bûne yek û qiriyan ji bo zilma li ser Rêber Apo tê kirin. Çawa Rêber Apo girtîn, destê wî kelepçekirin li bajarê rêşikan yê hov Kenya. Kenya bû Arena-Romayê. Ne Piremetous wek Rêber Apo êş kêşand, ne Halaci Mansur wek Rêber Apo zulum dît. Ne ji Îsa li qasî Rêber Apo hate tewanbarkirin. Hemû netew-devlet kombûn û bûne yek li ser serê Rêber Apo, kasa şarabê li hev dixîstin. Bazirganê mirovan hir-hira kenê wan bû, serkeftina xwe pîroz dikirin. Bi dil girtina Rêber Apo re ev çi dem û devrane? Kanê mirovatî, kanê vîjdan? Gelê mazlum Kûrd ji heft-salî heya heftê sali ji bo Rêber Apo li ser piyan bû û nalin û qirin digihişte azmana. Canê xwe ji bo Rêber Apo di şewîtandin. Bank dikirin kanî vîjdanê we, we Rêbere me bir zindanê. Me hiştin bê semyan.
Şervanê Rêber Apo efsaneya dinivîsandin li çiya, deşt û zozana. Rê nedidan dagirkeran û nalet li wan di barandin. Nezanin dê dayikên me xwe bikin mertal û gotin; Ji bo Apo em canfedane. Zarokê Rêber Apo bedendane ber agir li hemberî tarîtiyê. Ew findik û çirane. Ciwanê welate min natirsin ji taritî ye, can polane ji agir.
Ev bu 23 sali li diji komploya 9’ê Cotmehe be navber herder berxwedanê, serhildanê û tolhildanê. Li Heftenin, Gare, Metina, Avaşîn û Zap şervana diji komployê ala rengin hildanê. Neqşeya Rêber Apo nav-nîşanê dijminê. Rêber Apo be çare û ruxanê canga bilind nişane.