Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Ciwanên şoreşger li bajarê Qamişlo li hemberî komploya navdewletî meşyan[:]

[:ku]

Bi nêz bûna salvegera 24’emîn a destpêkirina komploya navdewletî ku li ser Rêber Apo pêk hatiye îro di pêşengtiya Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya jinên ciwan li bajarê Qamişlo meşek girseyî hat li darxistin ,
Meş ji çarxoreya Şehîd Osman Sebrî destpêkir,
Ciwan û jinên ciwan bi alên Serokatî û alên Ciwanên şoreşger û posterê herdû şehîdên ku di çalakiya mêrsînê de şehîd ketine rakirin û  ber bi saziya Netewya Yekbûyî (UN) ve çû.
Piştî ku meşa ciwanan gihîşt ber navenda Netewya Yekbûyî li ber deriyê navendê li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger yê herêma cizîrê axaftin hat kirin, axaftin ji aliyê Hevserokê Desteya Ciwan û werzîşê Çiyager Baran ve hat kirin.
Baran di destpêkê de şehîdên ku xwe feda kirine û xwe li derdûrê serokatî kirine xelekek ji agir bi bîr anî
û bal kişand ser rola dewletên hegemonîk û armanca wan ji komployê.
Baran di dawiya axaftina xwe da bal kişand ser rola ciwanan di şikandina vê komployê û got:
Ciwan û jinên ciwan wê vê komployê bişkînin û deagirkeran têk bibin ,erka sereke ya ciwanan ewe ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin ,di dawiyê de Baran axaftina xwe bi slogana kes nikare roja me tarî bike ,Bijî serok Apo dawî kir.
Her wiha li ser navê kordinasyona Yekîtiya jinên ciwan Medya Yousif axivî Yousif
Destpêkê şehîdên ku di vê mehê bi slogana wîn nikarin roja me tarî bikin çalakiyên fedayî kirine bibîr anî û got: şehîdên ku bi slogana wîn nikarin roja me tarî bikin çalakiyên fedayî kirin û xwe kirin xelekek ji agir li derdorê serokatî,îro ji di pêşengtiya jinên Ciwan de li çiyayên kurdistanê di asta herî jor de fedayî bûn derdikeve pêş ji zîlanan bigire heya Sara û Rûkenan bi çalakiya xwe komploger perçe kirin.
Her kes dizane ku bi felsefeya Rêber Apo jin li kurdistanê tekoşînê dikin.
di dawiyê deYousif got: Êmê bi Rêberê xwere azad jiyan bikin
Hêjayî gotinê ye ku wê çalakiyên şermezerkirina komployê wê berdewam bikin.

[:]

Başa dön tuşu