Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê lîstokvanên Tekwandoyê xelat kir

0
211

Ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê ve li Minbicê lîstikvanên ku di Tekwandoyê de kembera reş bi dest xistine hatin xelatkirin.
Komîteya Ciwanan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê, li Navenda Yekîtiya Werzîşê ya li navenda bajêr, merasîmek ji bo xelatkiriina lîstikvanên ku kembera reş (D1) di Tekwando de bi dest xistine, li dar xistin.
Hejmara lîstikvanên kembera reş giha (15) lîstikvan ji temenê 13 heta 35 salî, lîstikvanên ku girêdayî akademiyên jêrîn in:
■ Akademiya Werzişê ya Ebû Eyûb
■Akademiya stêrk
■Akademiya Pilingan
Merasîma xelatkirinê bi çend lêstokên tekwandoyê dest pê kir û piştre Yekîtiya Werzîşê bixêrhatina amadebûyan kir û spasiya xebat û hewldana hemû akademiyên tekwandoyê kir ku ji ber keda wan bi lîstokvanan re,
her wiha yekîtiya werzîşê tekezî li ser pêşkêşkirina piştevaniya ji bo hemû werzişan, di nav de Taekwondo, kir
di dawiyê de Endaman bal kişandin ser rola mezin a kaptanan di çavdêriya perwerdehiya lîstikvanan de .
Di xelatkirnê de lîstikvanên ku kembera reş bi dest xistin bi bawername û kartên ku tekez dike ku di vê werzîşê de bi serkeftî bûye hatin xelat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev bawername, û kart û kemberên reş ên ku pêşkêşî lîstikvanan hatin kirin, ji aliyê Akademiya Tekwando ya li Koreyê ve hatin pêşkêşkirin.