Jinen Ciwan

Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê hat lidarxistin

Bi diruşma “Bi rihê Viyan û Nûjiyanan em ê azadî û serkeftinê misoger bikinʹʹ, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.
Konferans li hola Tela ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê, bi beşdarbûna nûnerên tevahî saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJ û bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan hat lidarxistin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Mistefa nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola jinan di rêvebirina civakê de û têkoşîna wê ya ji bo guhertina zihniyeta bavikslarî ya ku civakê kontrol dike, xwendin. Her wiha îşaret bi erka ku diveke ser milê jinên ciwan da ku bendên koletiyê bişkînin û ji siyaseta înkarkirinê xilas bibin, kir.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Elîsar Şêxo rapora xebatên du salan ên yekitiyê xwend û beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin.

Her wiha sînevîzyonek hate pêşandan ku ji axaftina endama Konseya Rêveber a KCKʹê Sozdar Avesta û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jinên ciwan, her wiha berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star pêk dihat.

Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan;

-Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê asta têkoşînê were xurtkirin.

-Fikr û felsfeya rêber Abdullah Ocalan wekî lêvegera sereke ji bo meşandina xebatên Yekitiya Jinên Ciwan di hemû qadan de esas were girtin û ji bo belavkirina vî fikrî xebat were kirin.

-Jinên ciwan perwerde û zanekirina jinên ciwan di civakê de armanceke stratejîk ji xwe re digire.

-Ji bo guhertina zihniyeta baviksalarî xebat were kirin.

-Girîngî ji bo beşdarbûna jinên ciwan di dozên xweparastin û parstina çanda û hunerê de were dayîn.

Piştre Meclisa Giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji 12 endaman pêk hat, hatin hilbijartin.

Endamên nû sond xwarin ku dê li biryarên konferansê bi cih bînin û xebatên yekitiyê pêş bixin.

Başa dön tuşu