Ji niha û pê ve feresata parastina cewherî ya ku wê were pêşxistin, her cure birêxistinbûna gel e, divê yekîneyên parastina cewherîn ên ku gel di nav de cih digrin, werin pêşxistin. Ya din jî dema ku ez dibêjim parastina cewherî, hertim çek tê fêmkirin. Pêdiviya civakên herî demokratîk jî bi xweparastinê heye. Ev nayê wateya çekê. Xwepêşandanên girseya demokratîk jî şêweyeke parastina cewherî ye. Bo mînak; ger li Amedê gel bi rojan weke Misrê ji kolanan dernekeve, daxwazên xwe bîne ziman, vaye wê demê dê aştî were. Wê demê binêrin ka dê AKP bimîne yan nemîne, vaye wê demê Erdogan bi xwe dê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze. Wekî din hêza wan jî heye ku bi milyonan kesî li Amedê bicivînin. Ev rêbaz jî parastineke cewherî ye. Ez li riyên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan digerim.
Em ji berê heya niha dibêjin ku dê rejîmên dîktator ên li Rojhilata Navîn bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk re werin derbaskirin. Çareseriya Konfederalîzma Demokratîk, yekane çareserî ye. Ger rêyên çareseriya demokratîk bixetimin, wê demê bixwazî nexwazî dê şîdet bilind bibe, ev tesbîta rewşekê ye. Xitimandina riyên çareseriya demokratîk tê çi wateyê; tê wateya destpêkirina demeke ku digihîje heya qutbûnê. Em dixwazin pêşiya vê bigrin û çareseriya demokratîk pêk bînin. Hemû hewldana me ji bo vê ye.
Di vebijêrka duyem de, ger çareserî bi pêş nekeve, wê şerê gel ê şoreşgerî destpê bike. Wê demê ne 3 hezar kes, wê 300 hezar kes werin girtin. Ne 50 hezar kes, wê 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bide. Ger şerekî wisa bi pêş bikeve, wê rewşa şer û aloziyek mezin derkeve.
AKP, nêzî çareseriyê nabe. Hikûmet, li hemberî Kurdan pir bi zalimtî hiqûq û qanûnan dixe dewrê û hewl dide wan tasfiye bike. Ev, rewşeke pir xeter e. Erdoğan, rewşa we ya îro dişibe rewşa Sedam a dema êrîşî Kuweytê kir. Emerîka, ya rastir Îngilîstan çawa ku berê Sedam da Îranê û paşê jî da Kuweytê, niha jî te rêdike Lîbyayê û Sûriyeyê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî çû ser Kurdên xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn li pişta we bi hêza Emerîkayê re li hemberî Kurdan şer dikin. A rastî, ev dafikek mezin e. Ev dafik, dafikeke ku ji bo we jî hatiye danîn e. Heman wekî Sedam. Sedam xistin defikê. Ez li vir eşkere bang li we dikim. Di heman demê de ji we re nameya min a eşkere ye. Neyên vê lîstokê. Tavilê vê bi dawî bikin. Berê xwe bidin çareseriya destûra bingehîn a demokratîk.
Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ya dimîne şer e. Em ê wê demê jî, bi kêfxweşî şer bikin.
Meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşgerî, ne ewqas hêsan e. Me hewl da ku em heya îro vê têkoşînê bi hêjayî bi cih bînin. Divê li hemberî van polîtîkayên sextekar, têkoşîna demokratîk û şoreşgerî were bilindkirin.
Bêyî ku cudahiya jin, zar û zêç were kirin, hema bêje wekî keriyan girtin çêdibin. Her roj li hin deveran 15-20-30 kes tên binçavkirin û girtin. Ev binçavkirin û girtinên wiha, ciwanan ji siyasetê qut dikin û berê wan didin çiyê, tevlîbûna gerîla jî zêde dikin. Yek ji van girtinan jî ne hiqûqî ye, ev bi temamî tewşiyek (saçmalik) e. Ma wisa bi hezaran kes di bin navê endamên rêxistinek veşartî ne, têne girtin û rêxistinek veşartî ya ku bi hezaran endamên wê yên sivîl hene çêdibe? Bi ser de jî, li ser yek ji van kesên ku hatine girtin çek mek jî tune ye. Berê di ser JÎTEM’ê re ev bi kuştinê dikirin, niha di ser polîsan re bi giştî digirin. Eşkereye ku AKP, bi asta jorîn a Ergenekonê re ku jê re tê gotin dewleta kûr re jî li hev kiriye. Ez di vê xalê de dixwazim bang li ciwanan jî bikim. Bila xwe wisa hêsan nedin girtin, tedbîrên xwe bistînin, wekî mîhan xwe nedin girtin. Divê ciwan di vê mijarê de xwe bi rêxistin bikin. An bila xebatan nemeşînin, an jî ger dimeşînin bila tedbîrên xwe bigirin. Bila xwe hêsan nedin girtin, ger pêwîst bike bila xwe bispêrin Gabarê. Ez vê ji bo gerîla jî dibêjim. Ger biçin ser wan û êrîş bikin, wê bi derfetên di dest xwe de qat bi qat bersivê bidin. Ev her dem wisa ye. Bi misogerî ji bo ku xwe nedin tunekirin, wê xwe bi her awayî biparêzin Ev parastina rewa ye.