pêkanîn û serkeftina vê ji bo hebûna ciwan, gel û şoreşê neçar e. Ev ji hemû rehendan ve rêxistinkirina Şerê Gelê Şoreşgerî, ciwan, gel, civak û mirovan û bi anîna asta rastiya gelê şerker ve girêdayî ye. Heya kû em nekin û sernexin di wate û bingeha rastîn de pêşxistin û meşandina Şerê Gelê Şoreşgerî ne mumkin e
Divê em wekî ciwan, gel û ferd jiyana xwe ji hemû rehendan ve rêxistin bikin. Bi awayekî din ne gengaze ku em di nav vî şerê topyekun imhaye de hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin. Yan emê xwe bi bingeha Şerê Gelê Şoreşger de rêxistin bikin û di vê bingehê de hebûna xwe biparêzin û serbikkevin yan jî emê vê nekin û bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû bimînin. Yan em di çarçoveya rastiya Şerê Gelê Şoreşgerî de hemû jiyana xwe bi rêxistin bikin yan jî wê tinebûyîn, tesfiye û komkujî werê jiyankirin. Divê em wek tevgera ciwanan di zanebûna vê de bin. Wekî gele kûrdîstanê û tevahî gelê herêmê em di nav şerê qirkirinê de ne. Madem em di nava şerekî qirkirin û komkujîyê re rû bi rû ne pêwîstê em jiyana xwe û tiştên xwe li gorî rastîyê Şerê Gelê Şoreşger bi rêxistin bikin. Madem em wek gel di nava pevajoyekî şerekî pir dijwar dene, ozaman pêwîste em wek tevgera ciwanan xwe li gorî rastiya Şerê Gelê Şoreşger li giştî rehendan xwe rexistin bikin. Eger em xwe di rastiya Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî de rexistin nekin em nikarin hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin.
Şerê gelê şoreşgerî astekî dixwazê. Beriya her tiştî divê em wek tevgera ciwanan û gel di asta ku tê xwestin de, bi renge xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li gorî stratejiya şerê gelê şoreşger pêwîste gel bi şêwazê xwe yê gelerî beşdar bê. Ji bo kû gel beşdarî pêvajoyê bibê pêwîste werê rexistinkirin. Pêwîste em gele şoreşger wekî lingekî şoreşê yê bingehîn rêxistin bikin û pergala xweseriya demokratik din ava civakê de ava bikin. Pêwîste em gıştî rehendên xweseriya demokratik li gorî stratejiya şerê gelê şoreşger rêxistin bikin. Rêber Apo pergala xweseriya demokratik wekî 9 rehendan digrê dest. Pêwîste em wêk tevgera ciwanan ji bona avakirina pergala xweseriya demokratik pêşengtî bikin. Ev 9 rehendên kû Serokatî pêşxistiye pêwîste em di nava civakê de rêxistin bikin û avabikin. Ji bona civak dikaribê xwê rêxistin bikê bi rêve bibê pêwîste xwe li gor van 9 rehendan rêxistin bikê. Tenê aliyê şiklî de rêxistin kirina van 9 rehendan bi xwere serkeftinê wê neynê. Pêwîste em ev 9 rehendan li gorî stratejiya şerê gelê şoreşger rêxistin bikin. Eger bi vî awayî werê rêxistinkirin wê ciwak bi xwe têra xwe bikê û êdî pêwîstiya xwe bi tû kesî namînê. Em bi vî awayî di nava xwe de pergala xweseriya demokratik dikarin ava bikin. Eger em pergala xwe wisa avabikin, ji xwe em wekî gel bibin kelhekî nekeftî. Ji van 9 rehendan yek jê pergala parastinêye. Em wek tevgera ciwanan di vê xalê de pêwiste baş xwe rêxistin bikin. Xala parastinê eger lewaz bimînê wê xalên din jî lewaz bimînin. Ji bo 9 rehendên xweseriya demokratik xurt bibin, pêwîste xala parastinê werê xurtkirin. Parastina cevherî xeleka navbera gêrîlla û gel e. yanî ya herî girîng bi pêşxistina parastina cevheriye. Ji ber vê yeke pêwîste her ciwanekî xwe wekî endamekî parastinê bibînê. Avakirina pergala xweseriya demokratik heman demê di aliyê civakê de avakirina bingeha şerê gele şoreşgeriye. Eger em li ser esasê şerê gele şoreşger rehendên xweseriya demokratik xwe rêxistin bikin, dijmin bi kîjan rêbazî û bi çi teknîk êrîş bikê bila bike wê sernakevê.
Şerê gelê şoreşgerî tene bi xurtkirina 9 rehendanre sînordar hiştin bi sere xwe şaşîtiye. Em dikarin bi bejin, aliyekî meşandina şerê gelê şoreşgerî meşandina bi rêxistin kirina gele, aliye din jî xurtkirina gêrîllaye. Em wekî ciwanên vî welatî pêwistê em xwe wekî endemekî gêrîlla bibînin.
Em wekî ciwan û gel pêwîste tevahî jiyana xwe li gorî şer bi rêxistin û saz bikin. Eger em xwe li gorî
rastiya şer bi disiplin bikin wê kesînlîkle ser bikevin. Eger em xwe di bingeha Rastiya Gelê Şerker de rêxistin nekin wê mumkin nîn bê kû hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin û bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû bimînin. Her tişt bi awayekî pir eşkere li holê ye. Yan eme xwe bînin asta rastiya gelê kû xwe diparêzê yan jî hebûna me bi tinebûyinê re rû bi rû bimînin. Ji ser vî esasî em wekî tevgera ciwanan û gel pêwîste jiyana xwe li gorî şer bi rêxistin bikin. Divê em her tiştên xwe di vê bingehê de saz bikin. Ger em dixwazin hebûna xwe biparêzin, hebin û azad jiyan bikin divê heta ziraviyên herî biçûk jî hemû jiyana xwe li gorî esasên Rastiya Şerê Gelê Şoreşger vesaz û rêxistin bikin. Ji derveyî kirina vê ti bijarteya me tine.
Ev ji hemû rehendan ve rêxistinkirina Şerê Gelê Şoreşgerî, ciwan, gel, û mirovan û bi anîna asta Rastiya Gelê Şerker ve girêdayî ye. Heta ku ev neyê kirin û serxistin di wate û bingeheke rast de mumkin nîne ku Şerê Gelê Şoreşgerî were pêşxistin û meşandin. Ger ev bê xwestin jî wê ne Şerê Gelê Şoreşgerî ya rast bê. Ji ber vê jî pêwîste em her tiştên xwe li gorî şer saz bikin û bi rêxistin bikin. Pêwîste bi teqezî Rastiya Gelê Şerker were serxistin. Eger em dixwazin hebûna xwe biparêzin û azad jiyan bikin ji derveyî vê tiştekî din ya ku bê kirin tine ye. Bi awayekî din mumkin nîne ku em xwe biparêzin û hebûna xwe berdewam bikin. Divê em rast fêmbikin çima li Kurdistanê jiyanekî normal nabê. Li Kurdistanê şert û derfetên jiyana normal tine ye. Li cihekî ku ev qasî zêde şer tê jiyankirin û hemu aliyan ve tê dagirkirin mirov çawa dikare normal jiyan bikê. Em wekî gel û welat di rewşa mêtîngeh bûnê de ne. Ev wisa mêtîngeriyeke di wateya tê zanîn de nîne. Ev mêtîngerî mêtîngeriyeke ku bingeha wê ya qirkirinê heye û mêtîngeriyeke taybet, tirsnak, xerab û qirker e. zaten gelekî ku di nava pergalekî mêtînger û qirker de tê girtin wê nikaribê xwedî jiyanekî normal bê jî. Di pêvajoya şoreşê de, di çerçeveya Şerê Gelê Şoreşgerî de em xwe rêxistin bikin û gorî rastiya şer jiyan bikin wê deme em dikarin rast jşyan bikin. Ji ber vê sedemê pêwîste em hemû ciwan, jin, gel û tevahî civak li gorî Şerê Gelê Şoreşgerî xwe rêxistin bikin. Pêwîste em wekî ciwan û gel werin asta rastiya şerê gelê şoreşger. Pêwîste em karaktera şerê gelê şoreşger xwe rêxistin bikin. Çi dibe bila bibe pêwîste em vê serbixin. Şerê niha tevahî Kurdistan û herêmê tê meşandin şerekî ji rêzê nîn e. Şerê hebûn û azadiyê ye. Şerekî ku di vê karakterê de tê jiyankirin e. ji ber vê yeke pêwîste em wekî tevgera ciwanan pêşengtî ji şerê gele şoreşger bikin.
Nivîskar:Hêmin Rojhilat