Desteya Ciwan û Werzîşê bang li rêxistinên ciwanan kir ku kordînasyonek taybet ava bikin

0
198

Desteya Ciwan û Werzîşê bang li tevger û rêxistinên ciwanan kir ku koordînatorek ji bo xebatên ciwanan li herêma Cizîrê ava bikin,
her wiha deng li ser avakirina kordînasyonê hate dayîn û mekanîzma hevrêziyê ji aliyê tevger û rêxistinên ciwanan ve hate amadekirin li asta herêma Cezîrê.
ji bo girîngiya xebata ciwanan ji aliyê Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ve rola Rêveberiyê di piştgiriya rêxistinên ciwanan de hate nîqaşkirin.
di dawiyê de Ji bo amadekariya ragihandina kordînasyonê komîteyek ji aliyê beşdaran ve hat avakirin.
Rêxistin û tevgerên ciwanan ku beşdarî vê koordînasyonê dibin
1 Rêxistina Ciwanên Sûriyeya Pêşerojê
2 Rêxistina Ciwanên Suryanî ya Pêşverû
3 Rêxistina Komala Ciwanên Çep a Kurd
4 Rêxistina Ciwanan a desteya Neteweyî ya Ereb
5 Nivîsgeha Ciwanên Muhafezekar
6 Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Nûjen û Demokrasiyê ji bo Sûriyê
7 Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Avakirin û Pêşxistina Sûriyê
8 ciwanên Ermenî
9 Ciwanên TEV-DEM
10 Nivîsgeha Ciwanên Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
11 Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê
12 Rêxistina Yejîtiya Jinên Ciwan
hêjayî gotinê ye ku di demên pêş de ev kordînasyon wê bê ragihandin