Di çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê de 3 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 2 leşker û herî kêm 6 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên di navbera 22-27ʹê Îlonê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di navbera rojên 22-27’ê Îlonê de, çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Di 22’yê Îlonê de, li gundê Enabkê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Di 26’ê Îlonê de, li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, li hember çeteyên dagirker çalakiyeke berfireh a serdagirtinê hat lidarxistin. Di lêdana despêkê de 3 çete hatin kuştin. Piştê vê dijmin du caran xwest kuştî û birîndarên xwe rake. Di van her du caran de jî hêzên me komên çeteyên dagirker yên ku dixwestin kuştî û brîndarên xwe rakin, kirin hedef. Li vir jî 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 8 çeteyên dagirker hatin kuştin, herî kêm 6 çete jî birîndar bûn.
Di 27’ê Îlonê de, li gundê Gobelê ya Şêrawa di encama çalakiyeke hêzên me de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di encama van çalakiyan de bi giştî 3 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 2 leşker û herî kêm 6 çete jî birîndar bûn. Li hember êrişên dagirkera çalakiyên me yên bersivdayînê wê berdewam bikin.”