Analîz

Li beramberî rastiya dagirkerî, mêtîngerî ya dewleta faşîst ya tirk û xiyanetkarê KDP şerê hebûn û rumetê tê meşandin

Li beramberî rastiya dagirkerî, mêtîngerî ya dewleta faşîst ya tirk û xiyanetkar KDP şerê hebûn û rumetê tê meşandin
Ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî gelên li herêmê jiyan dikin pêvajoyek çarenus diyar dibe tê jiyankirin. Ji ber ku plan û hesabên li ser herêmê têne kirin bi qasî roja me ya îro bandor dike ewqasî pêşerojê jî bandor dike. Ji bo hêzên desthilatdar yên hegemonîk di qeyrana cîhanî ya ku tê jiyankirin de têne armancek heye ew jî berjewendiyên wanin. Derveyî berjewendî û mayînde kirina desthilata xwe ti fikarek van hêzan nîne û ji bo pêkanîna van armancan jî ji bo gelan hîn zêdetir şer, talan, kuştin, mêtîngerî û xîzanî tê sepandin. Di vê herêmê de gele Kurd jî yek ji gelê qurbaniyê van kiryarên van hêzan tevahîne. Lê belê ji bo gelê Kurd gelek rastiyên cudatir jî hene ku wî, ji gelên din yê herêmêde jî jiyan dikin û bindestin vediqetîne. Ji bo Kurdistanê şer rastiyeke bi salane tê jiyankirine. Belkî di cîhanêde mînakên wê nebin, di rojhilata navîn de jî tenê Filîstîn heye ku bi salên dirêje di nav şerekî bênavberdeye. Raste salên dirêj û bênavber di nav şer de ye lê belê wekî Kurdistanê evqas parçekirin û li çardorê wê şerekî bênevber meşandin, hemu xweza û her cure çavkaniyên wê yên dewlemend talankirin, faşîzmek bê sînor li ser jinan û tevahî civakê meşandin, çanda wê bi armanca tunekirina hebûna wê di çerxa hêrandinê yê asîmîlasyonê re derbas kirin û gelek gelek kiryarên faşist, dagirker, mêtînger yên têne meşandin li ti welatekî din yê cîhanê naye meşandin. wekî Rêber Apo jî diyar kir, gelê Kurd gelekî ku di pençê qirkirinêdeye û ev qirkirin bi her awayî tê pêşxistin. Dewleta tirk ya faşist dagirker van polîtikayên qirkeriyê zêdeyî sed saliyê bi awayekî sistematik li ser gelê Kurd dide meşandin. Avabûna Komara tirk bixwe li ser esasî tinekirina Kurdan çêbûye. Lê belê hikumeta vê dewletê ya herî faşist û qetilker jî hikumata akp-mhp serdema serçete Erdoxan bûye. Di dîrokê yekem care ku li ser gelekî evqas êrîşên hovane di her alî de û evqasî kur û berfireh têne kirin. Ji ber vê yekê rewşa gelê Kurd ji yên hemu gelên bindest jî cudatir e.
Tevgera Azadiyê sala 2022 wekî sala teqez serkeftinê û di serî de jî wekî sala teqez azadiya fîzkî ya Rêber Apo îlan kir. Li ser vî esasî jî bi hemu dînamîkên xwe yên têkoşînê kete rewşeke seferberiyê. Heman wextê dewleta faşîst jî ev sal ji bo xwe wekî sala çarenusê û pêvajoya man û nemanê îlan kir û ji bo mayînde kirina desthilata xwe û astengiya herî mezin ya li pêşiya xwe Tevgera Azadiyê tasfiyekirin û rastiya gelê Kurdê azad ji holê rakirin wekî armanca sereke diyar kir. Ji ber wê jî pêvajoya şerê ku di 14 ê nîsanê li ser Zap, Avaşînê da destpêkirin beşekî mezin ya vê konsepta tasfiyekirinê ye. Zêdeyî 4 mehane li Herêmên Parastina Medya bi taybet li Zap’ê şerekî ku mînakên wê di dîroka mirovahî de nîne dide meşandin. Ji ber çi mînakên wê nînin? Ji ber ku tu caran artêşeke dagirker li bermaberî hêzek yan jî gelekî evqas amurên şer neşuxulandiye, evqasî sucên şer li ber çavê tevahî cîhanê nekiriye û li beramberî artêşek evqasî hov berxwedanekek evqasî destanî û jor mirovî nehatiye pêşxistin. Li beramberî vî şerî berxwedana bi rumet û îradeya ji pola ya gerillayên Azadiya Kurdistanê raberdikin hêjayî wê ye ku ji bo tevahî mirovatiya bindest û hatî çewisandin wekî nuner û lehengên dîrokê werin îlankirine. Ji ber ku şerê li vê derê tê meşandin şerê hezaran salaye li beramberî hemu dîroka desthilatdar, serdest, zilimkar û mêtîngeran tê meşandine. Ango gerîlla di esasê xwe de îro ne tenê gelê Kurd diparêzê û têkoşînna Azadiya gelê Kurd dike heman demê ji bo tevahî gelên bindest û azadîxwaz li berxwedide û bi lehenganê xwe feda dike. Gerillayên Azadiya Kurdistanê ne tenê li beramberî dewleta faşîst, dagirkera ya tirk şer dike heman demê li beramberî hemu hêza NATO ango li beramberî hemu hêzên hegemon û pergala kapîtalîst şer dike. Rêber Apo got ‘Şerê me şerê mirovatiyê ye, şerê li beramberî modernîteya kapîtalîst ya moderniteya demokratîk e’. Ev şerekî nehesane û girîngiya wê bi çend gotinan jî îfade nabe. Di vê derbarê de famkirina vî şerî zanabûnek kûr ya naskirina dijmin û naskirina hebûna xwe dixwaze. Yê ku vê zanabûnê avakirî ev rastiya bi rumet ya gelekî têkoşêr û parêzvanên wê yên leheng avakirî bêguman Rêber Apo ye. Dijmin jî vê yekê wisa dest digre ji ber wê jî polîtikayên xwe yên şer ji navenda İmrali dixuluqînê. Di wateyek din de dijminê qirker vî şerî ji İmraliyê bi êrîşkirina li ser Rêber Apo re dide destpêkirin. Ji ber ku Rêber Apo çavkaniya ronîbûna mirovatiyê ye çavkaniya têkoşîn û berxwedana jiyana azad û bi rûmet e. Sekna berxwedêr û serhildêr yê Rêber Apo dîn û har dike û çi bike jî Rêbertî ji vê seknê tawîz nade. Ev sekna Rêbertî û berxwedana wî ji tevahî hêzên berxwedêr re di serî de jî ji gerillayên azadiyê re dibe îlhameke mezin ya têkoşînê. Ev sekn hêstên tolhildanê yê li beramberî dijmin jî hîn zêdetir tuj dike û dilsoziya jiyaneke azad ya teqez xurttir dike. Yê ku dibêjin ev gerîlla çawa li beramberî vê barbariyê, vê hovitiyê bênavber dikarin şer bikin û evqasî bi îradebin re, bersiv hêz û îradeya Rêber Apo dide ye. Ji ber wê jî ti artêş û ti rejimên faşîst nikare vê bawerî û vînê têk bibe. Rêber Apo sedema jiyan û hebûna meye. Ji ber ku yê ku wekî kurd me bi zanakir û ji xewa mirinê şiyar kir û a niha jî dibin dorpêç û îşkenceya li imraliyê de ji bo me û tevahî mirovên azadîxwaz li berxwedide Ew e.
Diruşmeke bi salane tê avêtin heye dibêje’ Ciwan Fedayîyê Rêber Apo ne ‘di serdema em jiyan dikin de ev yek bi awayekî pratîkî tenê di şaxsê gerîlla de tê jiyankirin. Ji ber ku ew di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya welat de xwe feda dikin. Lê belê di vê pêvajoyê de pêwîste bi sedhezaran bi milyonan ciwan li derdora Rêber Apo xelekeke azadiyê çêkin û li beramberî dijmin û neyarê gelê me xwedî sekneke serhildêr bin. Ji ber ku berxwedan û têkoşîn encax me li beramberî dijminê zordar û qirker dikare biparêzê û dikare azadiyê mîsoger bike. Ji ber vê yekê jî pêwîste ciwanên vî welatî tevahî ev pêvajoya ku bi berdelên pir giranbûha û bi ruhê fedaî yê gerîlla pêşdikevê zêdetir fêmbikin û erkê parastina vî welatî û girîngiya şoreşgertiya têkoşîna azadiyê zêdetir hîsbikin û bikevin tevgerê.
Îro şerê li çiyayê Kurdistanê yê li Zap ê tê meşandin bi dersen dirokî ve dagirtiye. Li beramberî rastiya dagirkerî, mêtîngerî ya dewleta faşîst ya tirk li beramberî noker, hevkar û xiyanetkar KDP şerê hebûn û rumetê tê meşandin. Li beramberî çeken kîmyewî ,yên nukleerî, balafirên şer û yên keşfê û gelek çeken din yê teknolojiya herî pêşketîne gerîlla bi wêrekî, bi zanabûn, bawerî û îradeya xwe şer dike. Wekî şêwaz û amurê şer ne şerekî yeksane lê belê di milê îrade û cesaret de jî gerilla bi hezaran qet serwerî leşker û artêşa tirk e. Sedan rupel nivîs jî nikare di bin şert û mercê herî zehmet de lehengiya ku gerîlla nişan dide bide îfade kirin. Jixwe gotin nebe jî çavê hemu dinyayê vê yekê dibîne lê belê nêzîkatiya ku wekî ku zaten gerîlla hêza ku şer dikeye û em jî piştevanê wêne jî heye û ev yek pir şaş e. Ji ber ku yên ku gerillatî û şoreşgertî dikin keç û xortên ango ciwanên vî welatîne. Yên ku ji xewê şiyarbûne û jiyaneke bê rûmet û li beramberî kiryarên dijmin bê deng nemane, berê xwe dane azadiyê ne. Ango mirovên ne durî mene. Wê demê çima evqasî seransertî ji vê rastiyêre heye çima parastina vî welatî tevahî li ser gerîlla tê hiştin? Ev yek ji ciwanên di nav welatekî ku bi fedaîyan mezin bûne re nayê qebûl kirin. Li gel vê yekê wekî erkên me yên wekî Şoreşgerbûn û gerîllabûnê heye heman demê yek ji erkên esasî yên ciwanên rêxistinkirî pêşxistin û pêşengtî kirina şerê gelê şoreşgerî heye. Ji ber ku şer ne tenê li çiyaye û pêwîste tenê li çiya jî nemîne. Pêwîste wekî gerîlla dike, her qadek ji bo dijmin bibe dojeh û hezar caran poşman bibe ku gava xwe ber bi xaka Kurdistanê ve avêtiye. Ev rihê fedaî yê gerîlla bi rihê ciwantiyê ve hîn zêdetir belavî tevahî qadên têkoşînê bibe.
Di vê pêvajoyêde êrîşên li ser xaka Bakur- Rojhilatê Suriyê jî pêşketin encama vê konsepta qirkirinê deye. Bi dehan pêşeng, fermandar,şervan, jin , zarok, ciwan mirovên pîr yên ji gelê me di êrîşên di vê pêvajoyê de bi balafirên çek yên bê mirov û bi tanq û topan hatin şehit xistin. Her roj li her deverê welatê me êrîş pêşdikevin û ji herêmên hatine dagirkirin her cure agahiyên qetilkirina mirovên vî welatî tên. Hewldana dewleta tirk ya faşîst dubare êrişeke dagirkeriyê li herêmê dayîne destpêkirin. Lê belê ji ber encamên dixwaze ji Zap ‘ê nikare bigre û her roj binkeftinên mezin jiyan dike wekî ku dixwaze nikare bi vî awayî berfireh dagirkeriyek bêjahî destpê bike. Lê belê ev naye wateya ku ewê vê yekê nekê û naye wateya ku em niha ne di şer dene. Ji bo ku em wekî rastiyeke şer lê meze bikin û li gorî wê erkên xwe bicîh bînin jixwe her tişt tê jiyankirin. Xaka me tê bombebarankirin, her roj şehadet têne jiyankirin , gelê me tê koçberkirin, di bin dorpêça hemu welatên desthilatdar de hatiye hiştin û gelek rewşên cudatir jixwe nîşaneya vê yekê ne ku em di nav şerekîdene hem jî di nav şerekî ku aliyên wê yên şer bi dehan hêzên desthilatdar û pergala kapîtalîst dene. Ji ber wê jî pêwîste ev êrîş li ser herêma me jî pêşdikeve em ji rêzê nebînin û li dijî vê yekê bikevin tevgerê. Di vê pêvajoyêde hem dewleta faşîst ya tirk hem hêza xiyanetkar û komploger KDP hem, hem rejîma BAAS ya Surîye ku ew jî xeyala wî dubare desteserkirina herêmên me ne hem jî hêzên emperyal yên wekî Amerika, Rusya,İran di nava îttîfaqiya li dijî Tevgera meya Azadiyê û li dijî şoreşa me ya Bakur-Rojhilatê Suriye ne. Ev hêzane tevahî jî eger tenê saetekê jî berxwedanîya şervan û gelê me nebê ewê di wê kêliyê de tevahî destkeftiyên me desteserbikin û gelê me qirbikin û welatê me dagirbikin. Ji ber wê jî yê dikeve ser mile ciwanê vî welatî çi Kurd,Erep, Suryanî û ji pêkhate û baweriyên cuda be parastina vî welatî û pêşengtî kirina rêxistinkirina Şerê Gelê Şoreşgerî ye. di vê pêvajoyêde ji bo tolhildana şehadetên fermandar, şervan û gelê me QSD li dijî dewleta faşîst ya tirk gelek çalakiyên mîsîlleme ango yên tolhildanê yên bi bandor kirin. Lê belê pêwîste em hemu bar neavêjin ser milê YPG-YPJ-QSD. Em nebin tenê piştevanê QSD, me jî bibin hêzeke parastin û li ser stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî civaka xwe rêxistinkirî. Pêwîst bike wekî bîrîm pêwîst bike wekî di nav artêşê de cîh girtin û di serî de jî gerîllabûn pêwîste esas bê.
Têkoşîna bi zanabûn ya rêxistinkirî her cure êrîşan jî her cure lîstokan jî dikare têk bibe. Bi taybetî reva ciwanan ya ji welat û bere xwe dayîna welatên derve pêwîste wekî xiyaneta li beramberî welat were dîtin û ev yek li her derê were belavkirin. Dîsa wekî yek ji polîtîkayên dijmin yê şoreşa me rizandin û rûxandinê polîtîkayên sîxurkirin, bê exlaqî belavkirin û maddeyên hişbir bikaranîn jî pêwîste bibin sedemên me yên xurt yê têkoşînê û hêza xwe ya cewherî avakirinê. Bi taybetî li dijî polîtîkayên sîxurkirina dijmin pêwîste em hêzeke rêxistinkirî wisa avabikin ku dijmin bi tevizê û nikaribe bilivê. Ji ber ku em bizanibin ku evqas şehadetên me jiyankirin ne ji zîrektiya dijmin bû ev yek bı hebûna hîna xiyanetkar û sîxurên di nav medene ve girêdayîye. Pêwîste em ciwan û gelê xwe li beramberî van êrîşan bi awayekî têrker perwerde bikin, ji xayîn û sîxuran re cîhê nefes girtinê jî nehêlin û bi nefret, hêrs û tolhildaneke mezin wan ji nav civaka xwe paqij bikin. Ji ber ku em di pêvajoyek evqasî dîrokî de bi awayekî serkeftî derkevin bi zanabûna gelekî ku bi şoreşgerana şer dike avabikin û vê yekê li her derê rêxistinbikin. Wekî jinên ciwan û tevahî ciwanan bi van erkên xwe tevahî rabûn ewê welatê me ji xayîn û dagirkeran xilas bike û xeyalên şehîdan pêkbîne.
Nivîskar :Avêsta Herekol

Başa dön tuşu