Bi armanca destekdayîna berxwedana gelê Rojhilatê kurdistanê û Îranê di pêşengtiya jinên ciwan de meş li bajarê hesekê hat li darxistin.
meşê ji çarxoriya kevokê ku li navenda bajarê hesekê dikeve destpêkir û bi berz kirina wêneyên şehîd Jîna Emînî ber bi çarxoriye şehîd serhed a li taxe miftî dikeve berdewam kir ,li ber çarxoreya şehîd serhed jinên ciwan derbarê şehîd xistina jina ciwan jîna emînî a ku 22 salî daxweyanî dan daxweyanî ji aliyê endama Yekîtiya jinên ciwan Robîn Elî ve hat xwendin .
daxweyaniya jinên ciwan wiha ye:
Em ji bo tevahî gelê kurdistanê û dostê wan despêkê serhildana gelê Îranê û Rojhilatê kurdistanê silav dikin.
Dewleta xwîn xwar ya Îranê jinek bi navê Jîna Emînî qetilkirin ev qetilkirina ne tenê jinek bû di şexsê wê da tevahî civakê xwestin bitirsînin .
Em van kirinên Îranê nelet û şermezar dikin . Li hemberî van kiriyaran gelê Îranê û Rojhilatê kurdistanê serhildanek dest pê kirine .
Em vê serhildanê pîroz dikin û ji wan re radighînin ku ew ne bi tenê ne wek ciwanên Hesekê em li kêleka wanin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Carek dinê xweya dike ku tenê perspektîfa Rêber APO dikare qirkirina li ser gelan xweza bi dawî bike û em dibêjin serkeftin a kesên li ber xwe didine .
di dawiyê de bi sloganên jin jiyan azadî, şehîd namire meş bi dawî bû.
hêjayî gotinê ye ku ev bu 7 rojin li zêdeyî 30 bajarên Rojhilatê kurdistanê û Îranê xwepêşindan ji bo şehîd xistina jina ciwan jîna emînî tên li darxistin.