Nirxandin

Sîstema Xweparastina Neteweya Demokratîk

Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye.
Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana
her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike.
Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê
îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê
derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê
bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.
Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û
civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe
demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî
civakî ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn.
Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bicihanîn. Heta li gorî derfetên
parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyonên
bingehîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du
fonksiyonên din ên bingehîn xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin û
xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin
jiyana xwe dewam bikin. Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya
zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta
li ser hebûna cureyên din sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê
mirov sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine. Di vê de pêşketina zêhnê cureyê mirov ê rê li
ber derfetên mêtinkariyê vekiriye û bi vê ve girêdayî bidestxistina berhemê zêde bi tesîr bûne.
Ev rewş ne bi tenê bergiriya hebûna xwe, herweha parastina nirxên kedê ango şerên civakî jî bi
xwe re tîne.
Li gorî şertên berbiçav ên Kurdan xweparastin tevahiya dîrokê ji bo wan her tim girîng bû. Ji ber
ku komên Kurdan demeke dirêj û hûrûkûr bi şoreşa neolîtîkê rabûn û di dereceya yekemîn de
paşhatiyên wê bûn, timî bi êrîşan re rûbirû bûn. Ji ber hatin û berhemên zêde yên şoreşa
cotkariyê li Kevana Bi Bereket timî êrîşan di rojevê de cih girtin. Bi hezaran salan bi vî awayî
dewam kir. Piştî ku sîstemên şaristaniyê yên li ser berhemên zêde xwe bi pêş xistin, hêzên xwe
di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de ava kirin, dema êrîşên wan ên bi pîlan û sîstematîk jî dest
pê kir. Ji şaristaniya Sumeran heta bi hêza herî dawî ya hegemon a şaristaniya serdest a roja me
ya îro DYE bêhejmar hêzên şaristaniyê êrîşên wan ên yekser an neyekser li ser herêmê û komên
wê kêm nebûne.
Bi modernîteya kapîtalîst re êrîşên dused salên dawî ketine kirasekî din û rengekî din girtine. Ji
serdema destpêkê ve weke yekeyên qebîle û eşîran li qadên çiyayî bergiriya hebûna xwe kirine
ango xwedî sîstemeke xweparastinê bûn, lê li hemberî amûrên êrîşê yên bi sîstema kapîtalîst re
derketine holê ev sîstema wan a bergiriyê kêm ma û têrê nekir. Cara pêşî ye ku tehlûke çêdibe
hebûna xwe ji dest bidin û ev dikeve rojevê. Ji aliyê Kurdan ve, avahiya dewleta netewe ya
modernîteya kapîtalîst, ne bi tenê azadiyên wan ji destên wan digire, di heman demê de dibe
sedem ku hebûna wan jî bikeve tehlûkeyê. Di nava sînorên siyasî de bername û çalakiya ‘tek
ziman’, ‘tek netewe’ û ‘tek welat’ hatiye meşandin û di nava wan sînoran de jî ziman, netewe û
welatên din bi înkar û îmhayê re rûbirû bûn. Kurdistan hat parçekirin û dewletên netewe
Kurdên li her parçeyî xistin nava diranên înkar û îmhayê. Dewletên netewe yên ku hêzên
hegemonîk piştgiriya wan dikirin, tesfiyekirina Kurd û Kurdistanê weke polîtîkayên bingehîn
qebûl kirin. Kengî berxwedana xweparastinê ya Kurdan kêm ma û şikest, hingê dor hat hilweşîn
û jihevdeketina civakê, û bi vê re komikên civakê yên mayî bêne asîmîlekirin û tesfiyekirin.
Vê pêvajoya tesfiyekirinê bi dijwarî dewam kir. Tevgera PKK’ê weke nerazîbûnekê derket holê û
di destpêkê de bi awayekî bingehîn tevgera xweparastinê ya Kurdan e. Tevgera xweparastinê ya
pêşî bi awayekî îdeolojîk û polîtîk hat meşandin, di demeke kin de gav avêt qonaxa
xweparastinê ya li ser bingehê şîddeta li beramberî hevdû. Parastina çekdarî ya di destpêkê de
bi tenê xwe disipart parastina hebûna kadro û sempatîzanan, bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an
re gel jî xist çarçoveya xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir. Tevger veguherî şerê xweparastina
gel û lewma bû hedefa êrîşên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar hemûyan, nexasim
hêzên NATO-Gladîo. Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin
xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li pişt van êrîşan cih girtin. Lê tevî vê jî
van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan.
Xwedîderketina gel a li nasnameya xwe û helwesta bi israr a ji bo jiyana azad misoger kir.
Herçiqasî bi tevahî armancên berê yên dewletên netewe ji bo tesfiyekirina gelê Kurd bi dawî
nebûbin jî weke berê îddîayên wan nemane. Em gihiştine wê qonaxê ku nasnameya Kurd bê
qebûlkirin û ji jiyana xweser re rêz bê nîşandan. Ev rewş ji aliyê şerê xweparastinê ve rewşeke
nû ye. PKK’ê bi riya KCK’ê hewl daye vê rewşa nû binirxîne.
Di avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê de sernavekî girîng ê bernameyê û bêyî wî nabe,
xweparastin e. Ango sîstematîka xweparastineke mayînde wê çawa bibe. Dewletên netewe
yekdestdariya hêza sîlehê bi tenê di destê xwe de digirin û kengî keysê lê bînin di polîtîkayên nû
yên înkar, îmha û asîmîlasyonê de bi kar tînin û ev yek jî KCK’ê neçarî sîstemeke mayînde ya
xweparastinê dike. Ji bo jiyaneke hevpar bi dewletên netewe re şert e ku bi kêmanî nasnameya
Kurd û jiyana wî ya azad bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Bêguman misogeriya bi destûra
bingehîn têrê nake, wekî din divê bi statuyên bi qanûnan bê diyarkirin li şertên berbiçav ên vê
misogeriyê bê pirsîn. Ji bilî parastina neteweyî ya hevpar a li dijî derve, karûbarên ewlekariyê
yên hundir divê civaka Kurd bi xwe pêk bîne. Ji ber ku herî baş civakeke bi xwe pêdiviyên xwe
yên ewlekariya hundir dizane û dikare bi awayekî di cih de pêk bîne. Lewma divê dewletên

netewe yên pêwendîdar (dewletên netewe yên navendî Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî) di polîtîkayên
xwe yên ewlekariya hundir de reformên girîng bikin. Kengî çareseriya demokratîk û aştî pêk hat
divê KCK jî hêzên xweparastinê ango Hêzên Parastina Gel HPG’ê ji nû ve bi rêkûpêk bike.
Bêguman ji bo ji nû ve bi rêkûpêkkirinê qanûnên nû divên. Eşkere ye ku sîstemên mîna Alayên
Hemîdiyê û ‘cerdevanên gundan’ wê neyên qebûlkirin. Lê li ser bingehê lihevkirina bi dewletên
netewe re û di çarçoveya ewlekariya hundir a qanûnî de ji nû ve birêkêpêkkirina hêzan mumkîn
e.
Eger bi dewletên netewe yên pêwendîdar re lihevkirin nebe, KCK wê hewl bide bi awayekî yekalî
avakirina neteweya xwe ya demokratîk di çarçoveya parastina hemû alî û şaxên wê de, hêzên
xwe yên xweparastinê ji aliyê hejmar û naverokê ve li gorî pêdiviyan ji nû ve bi rêkûpêk bike.
Hêzên HPG’ê yên ji nû ve bêne bi rêkûpêkkirin, wê ji parastina avakirina netewebûyîna
demokratîk di her qadê û aliyî de berpirsiyar bin, wê bi awayekî hêja otorîteya neteweyî ya
demokratîk ava bikin. Ji ewlekariya mal û canê ferd-welatiyê neteweya demokratîk berpirsiyar
bin. Li dijî hemû pêkanînên (şerên eskerî, polîtîk, çandî, civakî û derûnî) dewleta netewe yên
gihiştine asta qirkirina çandî bi awayekî domdar di rewşa şer de bin. Hebûn û azadiya Kurdan û
Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe.

Başa dön tuşu