Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Konferansa Parastina Ciwanan a Herêma Cizîrê bi dawî bû[:]

[:ku]Konferans duh li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan bi dirûşma “Li dijî xiyanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi tevlêbûna Ciwanên ji bajar, bajarok û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê dest pê kir.

Di bernameya roja yekemîn de behsa têkoşîn û rola ciwanan hat kirin her wiha gelek çalakiyên çandî û hunerî hatin pêşkêş kirin.

Di roja duyemîn û dawîn a konferansê de, sînefizyonek têkildarî parastina rewa hate pêşendan. Piştre rapora salê ya kar û xebatên ciwanan, rola ciwanan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û sepandina şerê gel ê şoreşgerî de hatin nîqaşkirin.

Her wiha gelek mijarên wekî welat, welatparêzî, koçberî, fihûş, madeyên hişbirê, şerê taybet û rola jinên ciwan di civak û parastina ciwanan de hatin nîqaşkirin.

Paşê beşdaran têkildarî rol û erkên ciwanan di civakê de pêşniyar xwe kirin.
piştî wê axaftina girtinê ji aliyê Rêverberiya Hêzên Ewlekariya hundirîn Harûn Amudê hat kirin.
Amudê di axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwanan di ewlekarîya bakur û rojhilatê sûriyê de her wiha di pûç kirina planên bê exlaq yên dijmin de .

Di dawiya konferansê de Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê ku ji 15 endaman pêk tê hate ragihandin .
di dawiyê de hemû pêşinyar bûn biryara konferansê .
[:]

Başa dön tuşu