[:ku]
Yekemîn konferansa parastinê a ciwanên herêma cizîrê bi bernameya xwe di roja dûyemîn de dest pê kir.
bernameya roja dûyemîn bi sînevizyona ku ji parêznameya Rêber Ebdullah Ocelan di derbarê parastina rewa da hatiye amedekirin dest pêkir ,piştî wê Nirxandinên fermendarê Hêzên Parastina Gel HPG’ ê Yeşar Çiya li ser rewşa siyasî û leşkerî ku niha li kurdistanê diqewime ,û rola ciwanan di vî şerî da , ji bo Ciwanan hat pêşkêş kirin.
piştî nirxandinên Yeşar Çiya Rapora salane ya parastina ciwanên Herêma cizîrê hat xwendin û nîqaşên li ser sekna Ciwanên şoreşger li beramberî rastiya Rêber Apo hatin dest pêkirin.
hêjayî gotinê ye ku ev nîqaş bi xalên cuda hîn
jî berdewamin.
[:]