Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Bi slogana “li dijî xiyant û dagirkeriyê werin cenga azadiyê ” yekemîn konferansa parastina ciwanên Herêma Cizîrê dest pê kir. [:]

[:ku]Bi slogana “li dijî xiyanet û dagikeriyê werin cenga azadiyê ” yekemîn konfernsa parastina ciwanan ê Herêma cizîrê li navçeya Rimêlan dest pêkir.
yekemîn konferansa Ciwanên Herêma Cizîrê bi coşek mezin bi tevlêbûna bi sedan ciwanan destpêkir,ciwan ji hemû herêma cizîrê tevlî vê konferansê bûn.
konferansa parastina ciwanan bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir, piştî wê axaftina vekirinê ji aliyê rêverberiya berê yê Tevgera Ciwanên şoreşger Harûn Baran ve hat kirin.
Baran di axaftina xwe da bal kişand ser girîngiya vê konferansê bi taybet di rewşa şer da û got: Ev konferans di rewşekî şer da xwedî girîngiyekî pir mezine ,kesên ku ev konferans bi rêxistin kirine di ferq û zanabûna va pêvajoya şer dane lewma ku konferansekî nîqaşê li dar xistine .

her wiha Baran destnîşanî bi êrişên dewleta tirk a dagirker li ser keleha berxwedanê zap û metîna kir û got: dewleta tirk a dagirker bi desteka Nato li hemberî gerîlayên azadiya kurdistanê çekên nuklera taktîkî bi deh hezar caran bi kar anîye ,şerê ku niha li çiyayê kurdistanê tê meşandin ne wekî tu şerê di cîhanê ye di şerê cîhanê yekemîn û duyemîn de ewqas çekên kîmyasal li hemberî tu dewletekî nehat bi kar anîn,lê tenê ji bo gerîllayên azadiya kurdistanê her tiştî derveyî qanûn û exlaqê li beramberî gerîlla rewa dibînin.
di dawiyê de Harûn Baran bal kişand ser girîngiya parastinê û makanîzmaya wê li gel hemû zindiyan.
hêjayî gotinê ye ku ev konferans wê 2 rojan berdewam bike.
berferehiya nûçeyê tên amedekirin…….

[:]

Başa dön tuşu