Bîranînen ŞehîdanDîtbarîDosyaGiştîŞehîd

Rûpela Yekemîn ji Berxwedana Kobanî DESTANA DIBISTANA SERZORÎ

ME TU CARÎ TESLÎMIYET QEBUL NEKIRIYE Û TUCARÎ JÎ NABE BIJAREYA ME
RUPELA YEKEMÎN JI BERXWEDANA KOBANÊ (DESTANA DIBISTANA SERZORÎ)
Piştî ku çeteyên Deyîş bajarê musulê dagir kirin ,êdî êrişên xwe berferh kirin.
Bi Çak û cebilxaneya ku artêşa îraqê li şuna xwe hiştiye berê xwe dan rojava yê kurdistanê ,
Di şeva 15’ê îlona 2014’an de li gundekî rojhilatê kobanî ku bi navê (QIZ ELÎ) tê nasîn cenga mezin dest Pêkir ,
Bi wa tang û topan berê xwe dan gûndên rojhilatê konbanê
li gûndên rojhilatê kobanê çeteyên Dayîş rastî bersivek mezin û tund hatin
Çeteyên dayîşê fêmkirin ku ev der ne şengale û ne jî reqqa ye ev der kobanî ye ,
Piştî ku çeteyên Dayîş rastî bersivek tund hatin ,dewleta tirk a dagirker sînor ji çeteyan re vekir daku êrişa xwe di 3 milan re bikin û di demek kurt de bajar bigirin .
Dema ku dewleta tirk sînor ji çeteyên Dayîşê re vekir êrişên çeteyan dijwartir bûn.
Di roja 16’ê Îlona 2014 ‘an de li gûndekî rojhilatê kobanî ku bi navê serzorî tê naskirin şerekî mezin rû da
Ev şer di hundir dibistanek li gund da bû
12 fedayî ji ciwanên kurd têda bûn
Fermendarê wê taximê rê hevalê Rodî efrîn bû
Gotina navdar a ku dibêje ( ME TU CARÎ TESLÎMİYET QEBUL NEKİRİYE Û TU CARÎ JÎ NABE BİJAREYA ME ) a wî fermendariye.
Çeteyên dayîş bi tang û topan derdorê dibistanê girtin ,
Her çeteye ku dixwest bikeve dibistanê diçû û venedigerîyan
Ew 12 şervanên di dibistanê de 37 satan li beramberî tang û topan li berxwedan û nehîştin ku çeteyên Daîş bikevin dibistanê .
Piştî ku çeteyan fêmkirin ku êdî ew şervan rê nadin wan da ku derbasî dibistanê bibin dibistana serzorî dan ber tangan û qatê jêr hiweşandin

Lê vê carê dîsa şervanan rê nedan û çûngên xwe dan erdê,
Piştî 37 seatan ji berxwedanê êdî cabilxaneya şervanan bi dawî dibe
Lê dîsa xwe radestî çeteyan nakirin .
Vê carê 12 şervanan ,di roja 16 îlona 2014 ‘an de di demjmêr 04:30’an de xelekek çêdikin û bihevra dest avêtin ser xeleka bumbeya xwe û xwe bi hevra diteqînin.
Piştî çalakiya serzorî êdî rûpelên berxwedana kobanî yekemîn destana qehremaniyê tomar kir û navê DESTANA DİBİSTANA SERZORÎ li xwe kir.

Başa dön tuşu