Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Bi sedan ciwan û jinên ciwan li bajarê kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan[:]

[:ku]

Îro li bajarê Kobanê gundê Taşlûkê ku dikeve Rojhilatê bajarê Kobanê, bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Rêberê Gelan kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê, di bin dirûşmeya “JI BO AZADIYA RÊBER APO, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE” meşeke girseyî li gundê Taşlûkê ya bajarê Kobanê li darxistin.

Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûne, bi silogan, stran, çepik û germahiyeke mezin, ber bi cihê kombûyînê ve çûn. Li cihê kombûyînê tevahî ciwan û jinên ciwan, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyeke rêzgirtin sekinînin.

Piştî wê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Kobanê Mihemed Mehmûd axivî. Mihemed Mehmûd di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; “Di serî de, em weke ciwanên Kurd ji dil û can silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ev bû 24 salin Rêberê me di bin tecrîdeke giran de radigrin, nahêlin ku parêzer û malbat jî serdana Rêber Apo bikin. Ev yek di qanûna tu dewletê de nîne, tenê dema mijar dibe Kurd hemû pîvan tên paş çav kirin, û hovîtiya wan destpêdike. Lê em weke ciwan tu carî ji Rêberê xwe dûr û qut jiyan nakin. Emê hertim xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”

Her wiha Mihemed Mehmûd axaftina xwe de behsa berxwedana Rêberê Gelan ya 24 sala bê navber dide meşandin kir û got; “Rêber Apo, li dijî hemû hovîtî û polîtîkayên tunekirinê ya ku dewleta dide meşandin, berxwedaneke dîrokî û têkoşîneke mezin raber dike. Berxwedana Rêber Apo zîndana Îmraliyê hejandiye. Raste wan Rêberê me fîzîkî dîl girtine, lê di fikir û rih de ew dîl girtin. Rêber Apo, Rêberê me fikirên wî azadin. Wekî gel, ciwan û jinên Kurd, em berxwedana Rêber Apo ji xwe re esas digirn.”

Mihemed Mehmûd derbarê dewleta Tirk a dagirker de jî ku bi hevkariya PDK’ê, êrîşî Herêmên Parastina Medyayê kiriye got; “Dewleta Tirk a faşîst, ku li ber berxwedana Rêber Apo nikarîbû xwe bide domandin, êrîş anî ser Tevgera Azadiyê û dixwazin di şexsê Tevgera Azadiyê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, tevahî gelê Kurd û Kurdistanê tune bike. Ji ber vê jî li dijî gerîla çekên kîmyawî, ku di nava qanûnên şer de qedexeye were bikaranîn, bi kar tîne. Li ruxmî vê jî berxwedana ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşan didin, destaneke nû ya fedakarî û qehremantiyê ne. Bê guman dewleta Tirk tenê êrîşî gerîla nekiriye, êrîşî me jî dike, ji bo vê jî divê em weke ciwan di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, weke şervan û gel bi hevre şer bikin.”

Herî dawî Mihemed Mehmûd bang li ciwanan kir ku berxwedana Rêber Apo û gerîla bi tenê nehêlin û ew jî cihê xwe di vê berxwedanê de bigirin û got; “Divê em weke ciwan pêşengtiyê ji Şerê Gelê Şoreşgerî re bikin û gelê xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade bikin. Emê bi hêza xwe ya civakî dagirkeriyê têk bibin. Ji bo ku em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin, dagirker û îxanetkaran bi dawî bikin, em dibêjin WERIN CENGA AZADIYÊ!.

Çalakiya ciwan û jinên ciwan ve bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.

[:]

Başa dön tuşu