[:ku]
Di pêşengtiya ciwanên Şoreşger ên Rimêlan û Dêrîkê de meşek bi meşeleyan hat li darxistin,ev meş ji bo şermezarkirina kiryarên dijminane yên PDK’ê bû .
her wiha kiryarên derveyî exalq yên dewleta tirk û PDK’ê’ di wê meşê de bi tundî hatin şermezar kirin ,bi taybet jî bûyera dawiyê ku li herêmên parastina medya ku bi destê PDK’ê gerîllayên hêzên parastina gel hatibûn şehîd xistin û birîndar jî hatibûn dîl girtin rastî hêrsa ciwanan hat.
Meşa Ciwanên Şoreşger ji çarxoreya şehîd xebat li bajaroka Rimêlan dest pê kir û bi daxweyaniyekê li dawiya bajar bi dawî bû,
Daxweyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên şoreşger Evîn Îbrahîm ve hat xwendin .
Daxweyanîya ciwanan wiha ye:
Weke tê zanîn dewleta tirk a qirker û dagirker di şeva 17’ê nîsanê de êrişek berfereh û xayînane li ser çiya û gerîllayên azadiyê daye dest pê kirin.
Ev êrişa dawî li ser xelîfan bi alîkarî û hevkariya PDK’ê bi awayekî vekirî pêk anî.
li hemberî van êrişan gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedaniyek mezin bersivê didin dijmin û neyaran.
Em jî wekî tevgera ciwanên şoreşger van êrişan weke ku li bermberî me hatiye kirin em digirn dest.
Emê wek ciwanên şoreşger dibêjin êdî dem dema tunekirina dagirkerî û îxaneta PDK’ê li ser axa kurdistanê ye.
Ji bo vê em jî wekî tevgera ciwanên soresger dibêjin em li gel gerîlla tekoşîn bikin û tekez ser bikevin.
Di dawiya meşê de ciwanan dîlan gerandin û bi sloganên bijî serok Apo bijî berxwedana gerîlla û bimre xiyanet bimre dagirkerî ciwana meşa xwe bi dawî kirin.
[:]