RASTIYA DIJMIN Û ŞERE TAYBET
Rastiya dijmin û şere taybet:
- Dijmin çiye u rastiya ve çiye?
- Bandora şere taybet li ser ciwana u civake çiye?
- Çima pewisti ditin ku konseptek bi ve avayi derxin?
Di ve beşe de em li ser dijmin u rastiya dijmin binivisinin. Dijmin çiye pewiste em heqiqeta ve çawa bigirin dest. Dest pe ki em meze bikin peyva dijmin çavkaniya xwe, koka xwe li ku dere digire. Peyva dijmin li xwezaye de tune ye. Dema ku gerdun bi taybeti dinya ava bu tişten cudayi hev du le bi hev re hevdu temam dikirin derketin hole. Wek jin u mer, reş u sipi, germahi u cemed derketin. Diji hev bun le ne dijmin bun. Peyva dijmin tepisandine tişten diji xwe te. Em ji bo rastiya dijmin dikarin 3 xalen sereke binin ser ziman.
- Dijmine hundir
- Dijmine derve
- Dijmine nefsi (zihni)
Ji bo dijmine derva em dikarin bejin li gor zeman-mekan u kesan te guhartin. Minak dijmine gele kurd u Kurdistane. Em di Sargon de dest pe bikin. Imparatoriya Sargon bi deste Katolili bi dawi dibe. Imparatoriya Asur sal bi sal erişi cihane dikir Kurdistan ji di nav de.armanca ve imparatoriye sinoren xwe berfireh kirin u zede kirina ticarete xwe bu. ji ber ve bi salan erise xwe li hemberi derve domand. Civak talan dikirin kuştin, tecavuz, dizi ji bo wan tişten sereke bun. Ew imparatori ji bi deste imparatoriya Mitan ve hat hilweşandin. Imparatoriya Makedonya ye ku reva dibir Iskendere Makedon bu. Ew imparatori erişen hovane li ser Kurdistane dikirin. 4000 jinen kurd esir kirin u tecavuzi wan kirin. Le armanca wan ne tene ew bu. Bi reya jinen kurd ve zaroken di aliye fiziki u hwd de xurt u şerker dayik kirin bu. Pewistiye wan ye eskeren mezin u bi hez hebu. Ji ber ku armanca wan di dawiye Rojava heta dawiye Rojhilat çuyin bu.
Di roja me ya irode dewleten hegemon ye ku dijberti li kurd u kurdistane dikin. Wek amerika u rusya , tirkiye ji amureki pergala kapitalizme ye. Nato ji pergala heri mezin navenda rexistin kirina wan tistan e. Le tirkiye ye ku emre xwe li rojhilata navin 700 sale bakure derbasi rojhilata navin bun. Ji berku li wan salen dawide li bakure zuhabunek hebu ew ji derbasi Rojhilata Navin bun. Taybet kurdistan xwe re kirin hedef ji ber ku kurd aştixwas bun u herkezi qebul dikirin. Le di dawiye de kurdistan bi deste tirkan iran hat 2 perçe kirin. Bi hevpeyman Qesri Şirin va safavi (irani) u tirk bun sedema 2 perçebuna Kurdistane.Bi dest de tene bakur u rojhilat ma. Pistra parçeye ku mayi ji bu 4 perçe bi hevpeymane Lozane ve. Hevpeymane destpeki di navbere tirk u iranda bu , Kurdistan bu 2 perçe. Bakur u rojhilat. Ye din di sala 1916 di navbere Rusya Firansa u Emerika de kurdistan bu 4 perçe. Di 1923 li ser hevpeymane Lozane ittifak kirin. Ew pratika hevpeymana sayspiko bu. Piştra serhildan u raperina kurdan dest pe kir. Le tene wek eşir u kabile u nav xwe de teng bun ji ber ve ji encamen xurt derneket. Sedema tek çuna ve yek nebuna kurdan u ixaneten navxweyi bu. di qetliama Dersim e de dilmin hemu tişten be exlaqi u be insani dikir. Ew qas dijbar bun ku insan nikare ve pevajoye tahayyul bike. Şewitandina malan, kuştina zarokan, tecawuz kirina jinan u hwd. Bi avaye ki vahşi erişi li ser gele kurd kirin. Zaroken Dersime kirkirina çandi de derbas bun. Li wan birin mala xwe de wek xizmetkar bikar anin. Em tahayyul bikin pişti salan leşkere tirkan bi rutbe itirafen xwe de digot ‘Ez pişti ve buyere Dersime nikarim xew bikim, dema ku ez çaven xwe digirim denge zarok u jinen ku me di wan dişewitand u işkence dikir ten berçavemin.’ Anha ji dijmin erişi rojavaye kurdistan efrin serekani u giresipi dike. Gele hereme qirkirinen cur bi cur de derbas dike. Tirkiye wek amureke. Ew erişen ku li ser Kurdistane diqewme ne tene bi deste dewlete tirke. Ew maşaye berbiçave. Qaşo di jiyane de saziyen mafe mirovan şere ku diqewmin teqip dikin u nahelin her silah were bikar anin. Le tirkiye dewleteki amure ki deste pergala kapitalizmeye ji ber ve ji dikare hemu silahan bikar bine, çeteyan bikar bine u hovitiya xwe bidomine. Em dikarin bejin ku dijmine me yen derwa dijmine ki be exlaq, hov, diz yani em bejin li dinyaye de çi qireji heye dijmine ku hemberi me şer dike de heye.
Ji bo dijmine hundir em dikarin bejin tiştek an ji kesek di hindir axa te de dijberti li te dike. Ew dijmineki xetere ji ber ku bandora ve ji ye ditir xetertire. Ji ber ku amadekariya xwe ji dijminen derva re dike. Minak ajan, istixbarat, kesayeten giredayi saziyen konsepte şere taybet ku li nav welate me de nav saziye me de cih digirin an ji saziyek ditir di nav welate me de hene de cih digirin. Ye ku rolek xwe mezin di nav ve de dilize yen kare tahride dikine. Minak ew saziyen di bin nave destek dayina civake de rolek mezin nav konsepta şere taybet de dilizin. Hundir de xerab dikin. Disa istixbarat ji wek ve ye.wek ve disa partiyen ku dijmin destek dide wan u amadekariye şereki dijwar di hundirde dikin, dibejin em zaroke ve gelene u ji bo ve xebat dikin. Saziya malbat ji rola xwe di nav wan de dilize. Xizmeta berjewendiya dijmin dike le be ku pe bizanibe. Ji ber ku dijmin dest pe ke zihniyeta malbate gor xwe ava dike.
Ji bo dijmine nefsi (zihni) em dikarin bejin bi xwe dijbertiya xwe dike be ku zanibe. Bi reya şere taybet u kapitalizme ye ku ideolojiye xwe liberalizme dijmine ki per xetere. Ji ber ku amadekari ji bo herdu milan dike. Dema ku zihniyeta ferde ki hat dagir kirin dikarin pir hesan axa ve u tişten ditir ye aidi ve ferdi dagir biki. Insan çawa ten bandor kirin? Minak çanda xwe u ye din dur dikeve u ve şewazi tene ji bo berjevendiyen xwe hereket bike. Bi rasti insane ki usa insaneki xwe xapandiye. Ji ber ku xwe azad dibine, debeje ez rast jiyan dikim. Le ne di ferqa zinciren xwe ye. Usa difikire ku dikare her tişti bike le aslinda nikare tu tişteki bike ji ber ku her tişte ve ve hatiye girtin. Insane ki ve renge ne dikare tiste ki ji xwe re bike ne ji dikare welate xwe re bike ji ber ku zihniyete ve zihniyeta dijmine. Yani insaneki ruhi saxe le fiziki miriye. Xale seyemin dijmine nefsi dikeve nav konsepta şere taybet de ji ber ku dijmin hiştiye dijberti ye xwe bike, we zihniyeta hem di ve de hem ji di nav civakede çandiye bi reya şere taybet ve. Ji ber ve pewiste em şere taybet bi avayeki berfireh şirove bikin.
ŞERE TAYBET ÇIYE? ÇIMA PEWISTI DITIN KU KONSEPTEK BI AVAYI DERXIN?
Şere taybet şereki pirani caran te meşandin le tu nakevi ferqa ve. Le eger em bipirsin ku ji bo ve uslube bikar anine jiber ku ew dehele ku tu bi şekle ki cuda bifikiri, daha zedetir bandor li ser te dike u tu pe ikna dibi ku ew tişt raste. Şere taybet bi 2 rengan dimeşe; Sere taybet ye berbicav u ye vesarti. Ye berbicav bi reya artes munazema u pertiyen siyasi u hindek saziyen din ve xwe dimesine. Ye vesarti bi reya saziyen taybet u hindek kesen ye istihbarate va dimese. Saziye istixbarat u hezen taybet ji di nav civake de vesarti xwe rexistin dikin. Mirinen ku Faili mechulbi reya wan hezan va pek te. Em minaka ve ya heri berbicav di bakure kurdistane de roj bi roj dibinin. Ew tevgerana di imkanen maddi va cav ditirsinin. Erke wan pesengen civake be bandor kirin civak be seri histine. Propaganda u alikariyen hezen hegemon dikin.
Politikayen sere taybet ye ku li ser ciwana ten mesandin li ser “ 3 S “ ten mesandin:
- Spor
- Sex
- Sanat (huner)
Taybet li ve dawiye de ew her 3 bes li ser ragihandine bi xeten zirav ten mesandin. Beriya ku internet u hwd derkevin amure saziyen sere taybet ye esasi TV bu. TV hem sere taybet u psikolojik dimesine hem ji ji bo bi hez kirina ekonomiya dewlet de roleki esasi dilize. Ve ya bi reya film programen spor u nuceyen ve dike. Le di roja me ya irode TV bi derketina internete wa rola xwe ya bere wenda kir u cihe xwe da internete. Di roja me ya irode internet roleki esasi di nav jiyana ciwanen cihane de diliyze. Saziyen konsepta sere taybet ji bi we avayi sere xwe berfirehtir u bi avayeki hesan u xurt dimesinin. Ji ber ku internet dikare xwe bigihine her temen ecinse u netewe. Pergala kapitalist u konsepten mezin ya sere taybet difikirin di sala 2025 an de internete bedava belav bikin. Bi we ava yi internet bibe tercihe hemu gelan u navenda sere taybet di hemu cihane de bi cih bibe. Ew ji bo pergala kapitalist u konsepta saziyen sere taybet aliye ekonomi de wendayi yen mezin bine le cuyina armance de reyaki teqeze. Minak uydu yek tene dikare 41 rojan ber xwe bide pisti ve pewistiye guhartine dixwaze ew tena sere xwe zeraren pir mezin dide ekonomiyen wan. Le ew keleka ve wendahiye serkeftinen mezin ji bigirin “ civakeki nafikire u bi wan hezan re giredayi” ava bikin. Taybet di wan demen dawi ye de di seransere dinyaye de listokeki heri zede dihat hilbijartin “POPCI” online li ser internete te listin. Taybetmendiyeke ve listoke heye ku listokwan dikare bi reya pere va listok berdewam bike u tista bikire. Hindek ciwan bi hezaran dolar tene ji bo listina ve listoke xerc dikin. Armanca ve listoke ne tene aliye ekonomi de xwe bi hez kirine armanca esasi ciwan u ciwaken giredayiava kirine. Pir kes ji bo pereyen ku dane ve listoki nikarin dev je berdin. Di di aliyen dewleta ji ji bo ku wan listoka na pes bixin maliyeyen pir mezin pewistin. Peki ew sazi u dewletana wan miktarana li ku dere u cawa tinin. Konsepta saziyen sere taybet di navbera hev du dedi nav tensiqe de ne. Ji bo civak u ciwanen giredayi xwe befikir ava bikin ci ji deste wan te pek tinin.
Di taybeti sere ku li ser ciwan u jinen ciwan ten mesandin pirahi xistina bin bandora xerizeyen cinsi bernameyen internete u hwd ne. Em dikarin bejin ku ciwanen civake ki be bandor kirin ve civaki be peseng histine. Taybet xistina xefike ya jinen ciwan di saxse wan de hemu civak xistine. Heri zede sere ku li ser ciwana te mesandin u encam digire xistina maddeye hisber u fuhuse. Pergalen kapitalist u dewleten dagirker u desthilatdar heta dawi alikari didin kom u tekelen uyusturucu u fuhus.
Cima di nav civake de maddeya hisber u fuhus ew qas belav buye.
- Bi we sewazi ciwana dixin bindest u ferden ku nafikirin ava kirine
- Cihen fuhuse cihen ku giredayi dewlete u bi fermi kar u xebat dimesinin ji bo ve ji asteng kirina wan zehmete.
- Bi ve reye wa ajan kirin pes dikeve.
- Bi hinceta tedavi kirine ve dewlet reya dermanan re ekonomiye xwe xurt dike.
- Kesayeten ku dikarin pesengti bikin di wan hole rakirin u tasfiye kirine.
Şahan Şiyar