Analîz

Bê Têkoşînbûyîn Ji Jiyanê Qut Bûyîne

Ger li cihekî kesek kole hebe yan jî yê ku qet ji bo azadiyê ne di nava têkoşîn û şerekî deye, li wê cihê bêhêzî, mirin û tepsandin heye, ji ber vê yekê jî ev kes di nava civakê de an jî li kuderê dibe bila bibe weke belayekê tê dîtin, ji ber kesê ku bi vî awayî jiyan dikin weke nezanê jiyanê tên bi nav kirin, ger însanek nezanê jiyanê be wê demê ne di xema kolebûyîna xwe de ye jî, bi taybet jî jin divê di vê mijarê de pir hesas nêz bibe, ji ber ku ger li cihekî jinek têkoşer û şerker hebe li wê derê mafê jiyana azad û wekhev heye, girêdanbûyîna jinê ya bi civakê re di têkoşîna wê de xuya dike, ji ber yê ku hevsengiyê jiyanê çêdike jin bi xwe ye bi taybet jî jina azade, mirov dikare bêje ku ger jin nebe wê pêşiya tevahî civak û jiyanê bê xetmandin û wê heta asta rûxandinê biçe, mînaka wê ya herî şênber roja me ya îro ye, ji ber ku di roja me ya îro de sîstema kapîtalîzm xwe li tevahiyê jiyanê serwer kiriye, û bi serweriya xwe re jiyan xetimandiye, yanê di wateya kurt de têkiliya di navbera jin û jiyanê de xerab kiriye, û jin ji cewherê wê qut kiriye, êdî gihêştiye wê astê ku jin bûye xerîbê rastiya xwe. Naskirina van rastiyan tenê bi anîna ser ziman re têrê nake, ya girîng ewe ku em van tespîtên xwe bi têkoşîna xwe re bikin yek. Dema ku mirov bê têkoşîn jiyan bike, xwe winda dike û dikeve nava tartiyekê ku nikare ronahiyê bibîne, bi taybet jî jin ger nebe xwedî têkoşîn û helwest li hember hemû qirêjahiyên dewlet û sîstemê wê weke kesekî kur, ker (kesê nabihîse) û lal be, êdî ev jin tenê fîzîkî jiyan dike lê rastiyek wisa jî heye ku dijmin dixwaze fîzîka wê jî ji karên xwe yên derveyî pîvanên exlaqî re bi karbîne, û di milê hisî û ruhî de jî kuştina jinê tişta herî sereke ye û armanca wan ya yekeme, ji ber dijmin dixwaze di şexsê jinekê de tevahî civakê bide tune kirin û helandin. Ya esas daxwaza dijmin ewe ku jinê bikuje û ji xwe re wekî robotekî bi kar bîne, ger jin jî têkoşîna vê nede meşandin wê bibe sedem ku civakê jî bi xwe vê rewşê de, ji ber ku jin du caran têkoşîn dide meşandin, têkoşîna yekem ji bo azadiya welat û civakê dide meşandin, û têkoşîna duyem ji bo ku xwe ji kesayeta kole xilas bike û kesayetek azad avabike dide meşandin, ji bo wê jî dema ku jin di van rewşên wisa de bê têkoşîn û helwest bimîne wê encamên gelek xerab bi xwe re bîne. Ji ber van sedeman em dibêjin ger jin têkoşînek xort neke û nede meşandin nikare ne xwe û ne jî civakê bide jiyîn û azadkirin, şansê her jinekê an Jî her mirovekî yê jiyanê ancax bi têkoşîn û temen ve bê dayîn. Jiyan di wateya xwe ya rast de têkoşîn bi xwe ye, têkoşîna xort jî bi evîna rast re tê dayîn, di heman demê de ger mirov bala xwe bidiyê wê bibîne ku wateya jiyana rast jî evîna raste, ev tê wateya ku heya mirov karibe jiyan bike, pêwîste têkoşîna wê bide meşandin, ji bo ku karibe têkoşînek mezin bide meşandin, pêwîste wateya evîna rast fêm bike û bi wê evînê re jiyan bike, ji bo jinekê ew evîn welat û civak bi xwe ye. Tu kes bi qasî jinê ne di xema azadiya civakê deye, wê demê em dikarin bêjin ku Ji bo bi destxistina azadiyê mecbûriyeteke pir girîng ya bi têkoşînê heye, ji bo ku mirov serkeftine jî qezenc bike ya herî girîng ewe ku di xeta azadiyê de têkoşîna bê hempa bide meşandin. Ancax bi têkoşîndayînê mirov jiyan bike.
Têkoşîn lêgerîn azadiyê ye
şoreşa me ya bi armanca azadiyê hatiye avakirin, di bingeha wê de têkoşînek bê navber hatiye dayîn û hîn jî ev têkoşîn berdewame, ev têkoşîn li ser esasê avakirina şoreşek azadîxwaz û şoreşeke ku rê li ber hemû qirêjahiyan digire û dest bi jiyanek nû ya xwazayî dike, ger armanca me ji avakirina vê şoreşê ne mezin ba û têkoşîna me jî ne bilind ba, wê niha ev şoreşa me têkçûba û hatiba tune kirin, di van gotinan de mirov fêm dike ku girêdanek pir girîng di navbera azadî û şoreşê de heye, azadî û şoreş jî têkoşîn bi xwe ne.
kesê ku lêgerê azadiyê be, kesekî têkoşer û hunermendê jiyanê ye, ji ber ku hunermend bi dengê xwe rastiyên ku hatine veşartin vedibêje, ji bo wê kesekî têkoşer be hemû nexwaşiyên ku derbasî jiyanê bûne bi têkoşîna xwe ya bê hempa re derman dike, mînaka wê jî Rêber Apo ye. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bê dem û bê navber dide meşandin re jiyanek azad avakirî. Rêber Apo felsefeya jina azad deyîna pêşiya me, pêwîste ku em jî bi vê felsefê re hem xwe û hem jî civakê azad bikin, ji ber Xeta ku civakê jî azad bike, xeta rêxistinbûyîna jine, jin çiqasî karibe xwe bi rêxistin bike û têkoşîna azadiyê bide meşandin, û pêşengtiyek xurt ji civakê re bike, ewqas jî civak dikare xwe azad bike û têkoşîna xwe jî xort bike.
Viyan Ararat

Başa dön tuşu