[:ku]
Di çarçoyveya pêngava amedekariyên ciwanan li Bakur û Rojhilatê sûriyê komîteya ciwanên a TEV-DEM’ê li bajarê Dêrîkê perwrdeya tenduristiyê vekir.
Ev perwerde ji bo karkerên kargeha Nîskan hatiye vekirin ,di hêman demê de ev perwerde bi beşdariya 12 endaman destpêkiriye û wê heya 7 roj berdewam bike .
Di vê perwerdê da dersên li ser şikandin,şewat ,birîndarî tê dayîn ,her wiha çawaniya rakirina birîndarên şer û dermankirina wan .
Ji beşdarvanên vê perwerdê Raşid nêrînên xwe gotin û wiha diyar kir: deste komîteya ciwanan saxbe perwerda fêrkirina çek û tendurstî ji mera vekirine ,ev perwerde rojê 1 sate di vê pertwerdê de em lêdana derzî,vekirina sîrom em fêr dibin da ku em tedbîrên xwe bigirin.
Di dawiyê da Raşid diyar kir ku ev perwerde ji bo rewşên awerte hatiye vekirin li hemberî rewşek êrişê a dewleta tirk a dagirker.
[:]