Daxweyanî

[:ku]Ji bo hemû endam û sempatîzanên Tevgera Ciwanên Şoreşger[:]

[:ku]

Rêhevalên Hêja!
Doza me ya azadîyê di pêvajoyekî dagirtî û dîjwar ê encamê wê pir girîng û dîrokî re derbas dibe. Li ser welat, gel û doza me ya azadîyê êrişên pir beralî û tarîxî ê pir berfireh imha û qirqirinê tên pêşxistin. Li hemberî van êrişên toyekûn ê imha û qirqirinê, topyekûn berxwedani û tekoşîn di serî de di şexsê Rêber Apo de, bi awayekî seferberi di şexsê gelê me ê bi rumet û egîdên vî gelî ê qehreman li Zagros, Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û di hemû qadên azadîyê de bi berxwedanîya bê hempa û berfireh a dîrokî tê pêşxistin. Di vê berxwedanîya bê hempa ya hebûn û rumetê de, em tevgera ciwanên şoreşger wek hêza pêşeng dînamîk a tekoşîna azadîyê pir erk û berpirsîyarîyên girîng dikevin ser milên me. Em wek ciwanên welatparêz ê xwedî rûmet, êgîd di vê berxwedaniya bê hempa de cih girtin, pêşengtî kirin, giringiya rol û misyona xwe fehmkirin ji bo me pêwist dike. Li hemberî dijminê alçax dem hatîye kû ciwanên vî welatî girêdanbûyîna bi dozê, biryara xwe dayîna xuyakirin û ketina tevgere nîşan bidin. Erkekî wisa piroz li bênda me ciwnên şoreşger e, wek mecburîyetekê ji her demê zêdetir û girîngtir li ser milê me ê ciwanên Rojavayê Kurdistanê ye. Li ser van esasan di çarçoveya hemleya tevgera me ya ‘’Dem Dema Azadîyê ye’’ de tevgera me ya ciwanan jî hemleya ‘’Werin Cenga Azadîyê’’ daye destpêkirin. Em bang dikin herkes bi rûhê seferberî tevlê bibe û têkeve tevgere.
Rêhevalên Hêja!
Dewleta faşîst, dagirker a Tirk û hêzên hevkar, noker bi rê û rêbazên şerê psikolojîk dixwazin ciwanên vî welatî ji derveyî vê tekoşîna hebûn û rûmetê bihêlin û biqedînin. Bi salane ev polîtîkayên tên pêşxistin li ser me ciwanan texrîbatên mezin hiştiye. Bi pasif hiştinê dixwazin teslîmîyetê bisepînin gelê me. Pir rehet bi binxistina ciwanan re bi ajantî û xerabîyan ji nîrxên vî gelî ê azadîyê durketin, bi rêya lêgerîna jiyana sexte û xeyalên wê bê bandorkirin, ji alîyê exlaqî ve xerabûn pêşxistin hêviyên gel ê azadîyê û pêşerojê bandor dike. Di vê bingehê de di ser ciwanên vi welatî re li beramberî hebûna gel û nirxên me êriş û polîtîka tê pêşxistin. Ciwanên vî welatî her kû pasîf dimînin dibin hevkar û lingên van polîtîkayên faşîstan. Bi ketina nava çirava fuhuş, maddeyên heşbir û ajantîyê bûyîna dijminê cewherê xwe tê pêşxistin, bi hedef girtina bê îrade, hafiza û bê nirx hiştin re girêdayî azadî û berxwedanî tû îrade namîne. DİXWAZİN CİWANÊN KU Jİ FİKİR Û RAMANÊN AZAD BÊ PAR BİMİNİN AVA BİKİN, BÊ RÛMET Û BÊ NAMUS BİKİN. Bi polîtîkayên şerê taybet dijmin dixwaze çi bi afirîne? Armancên xwe li ser ciwanan çine? Pêwiste rast bên fehmkirin. Eger ciwan bê bandor be wê dijmin bi rehetî polîtîkayên xwe ê qirqirin û imhaye pêk bîne. Di vê bingehê de ciwanên vî welatî ji berxwedanî û exlaqê civakî dur xistin, ji kevneşop û pêşeroj qutkirin re xistina pozisyon û rola av kişandina aşê faşizmê esas tê girtin. Her ciwanê vî welatî ê kû ji bo berxwedanî û çalakîyê nahereke û nakeve tevgere di bin bandora van polîtîkayên dijmin ê faşiştde ye û je re dibe xizmetkar. Dijmin di ciwanan de taybetmendîyên tirsonek, dudilî, xemsar û keyfî di rih û psikolojî de çê dike da kû armancên xwe pêk bîne. Bi vî rengî hêza dinamîk a pêşeng ji derveyî xeta rûmetê a berxwedani tê hiştin. Di heman demê de bi naxweşî, qirêjî û ferasetên lîberalîzmê ve kesayetê ez ez, bexîl, cahil, berjevendiperest, egoist û xeyalî pêş dikeve. Ji ferasetên wek kollektîf, hevpar, komunal, difikire, xulikar, adil, civaki, rumet û haysiyet ê nirxên civakî dur dikeve.
Zihniyeta devletparêz rêvebirina wê a civak û bi taybet ciwanan xwe dispêre bi şêwazê koledarî xerîze bilindkirinê ye. Ciwanan bi rêya xerize li gorî çilekî û xwestekan û ketina nav lêgerîna jiyanek berjewendî perest re bindixe, ji rêxistinkirin, hest û ferasetên azadîyê dur dixe. Di van salên dawî de bi rêya polîtîkayên şerê taybet anine rewşek wisa kû iradeya ciwanti hatiye şikestin û teslim girtin, ji berxwedani û jiyana bi rumet hatiye durxistin, qutkirin. Em vê bizanibin kû ji dîrokê ve ev hemû wek polîtîkayên desthilatdarî li ser ciwanan dixin merîyetê. Di roja me iro de ev pêkanînên desthilatdarî hemû civak girtiye nav, nirxên exlakî ê civakî dirîzîne. Di encam de ji derveyî şertên jiyana biyolojîk girêdayî jiyanê tû tiştek nehiştîye. Bi vî şêwazî nifşekî tirsonek, teslîmbûyî dijminê gel û kedê tê avakirin. Ev polîtîkayên taybet ji bo ciwanan û bi taybet jî ji bo ciwanên welatê me tên pêşxistin. PÊWİSTE EM VÊ BAŞ BİZANİBİN KÛ HER KÊLÎ Û DEMA KÛ EM DİSEKİNİN XİZMETA QİRQİRİNA KÛ Lİ SER GELÊ ME FERZ DİKİN E. EV JÎ Jİ BO HER CİWANEKÎ VÎ WELATÎ CİHÊ ŞERMÊ YE, RÛ REŞÎYÊ YE. Egîd û Gerilayên vî gelî di şert û mercên herî zehmet de berxwe didin, koka dijmin diqelînin, wê demê pêwiste ciwanên vî welatî, bi taybet ciwanên Rojavayê Kurdistan, Bakûr-Rojhiltê Sûrî, ji sekin û berxwedanîya qehreman a gerila kû li Zap, Avaşîn, Metîna û bi giştî li heremên parastîna medya derdikeve holê jê re bûyina bersiv wek erk û bersiyarîyên demê û sekin û berxwedanî bibîne.
Rêhevalên Hêja!
Koledarîya sedsalan pêwiste bê derbaskirin. Pêwistîya xwe, bawerîya xwe bi jiyana azad anîn, nîqaşa vê kirin û li ser esasê xwe iknakirin ê bi berfirehî destgirtin û çalakîya wê dayina destpêkirin lazime. Li şûna zor û zehmetî kirina hincet, devjê berdan, ez nikarim, nabe de, di bingeha dahûrandinên felsefîk de bi awayekî mezin bi xwe bawerkirin, bi hêrsa mezin ya sedsalan, bi kînek mezin û rûhê tolhildanê pêşketin jiyankirin, rêya raste. Wek xeta ciwan, di ser me re li dijî gel û nîrxên me sepandina imha û qiriqirinê vala derxistin û bersivên pêwist dayîna dijmin ji her demê zêdetir bi wate û girînge. Bi taybet di vê tekoşîna rûmetê de ê herî dinamîk, xwedan derfet û dikare darbeyên herî mezin, soter li dijmin bide ciwanên rojavayê kurdistan û bakûr-rojhilatê sûrî, wek ciwanên şoreşger pêwiste hîn zêdetir bi zanebûna berpirsîyartî bikeve tevgere. Dem hatîye kû ji faşistan û dagirkeran bi awayekî cesaret emê çi bikin xwe dayina xuyakirine. Ev jî li pêşiya me wek ciwanên şoreşger berpirsîyartîyekî heyatî ye. Çav, rûh, mejî û bawerîya Rêbertîya me, gel û fedaîyên azadîyê li me ye. Pêwiste em vê jibîr nekin azadî encax bi tekoşîn û şer tê destxistin. Ev jî bi ketina nav tevgerê û serxistinê çêdibe. Çiqas em bizanibin bi ser bixin ewqas em dikarin azad jiyan bikin, ji qirêji yê xwe xelas bikin, rewşên ji xwe ne bawerbûnê derbas bikin. Ev ji bo her ciwanekî vi welatî rewşekî pêwist ê xwe bigihîne van lêgerînên bingehîne. Pêwiste em bizanibin kû ev şerê man nemanê ye, ji bo em vê jiyanê qezenc bikin lazime em hertim û ji her alî ve xwe pêş bixin. Ji bo ciwanan rewşên şilobûn, ne zelalî nêzîkatîyên kû dijmin har dike, politikayên xwe ê faşist bi rehetî dikare pêk bîne û civaka me ber bi imha û teslîmbûyîne bive. Sekn û helwesta rast di vê pêvajoya dîrokî de berxwedanê bilind kirin û serkeftinê qezenc kirine. Bêguman berdelê wê jî çi be emê bidin û ciwanên Kurd ti caran ji berdêla azadiya netirsyane û bi fedayane canê xwe jiber azadiyê de dane. gotina hevala zîlan ya bi nirx û dîrokî ku ji me hemî ciwanên Kurdistanê re talîmate dixwazin bi bîr bînin:
‘’Ez dixwazim bibim xwediya jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim’’.
Rêhevalên Hêja!
Wek Ciwanên Şoreşger rûxmê hemû nebesîyan jî hêzekî bingehîn a kû dijmin bihejîne, derketinên mezin bike, ji Kurdistan û Rojhilata Navîn re pêşengtî bike çêbûye. Ciwanên Rojavayê Kurdistan û Bakûr-Rojhilatê Sûrî xwedan îrade û potansîyeleke derketina dîrokîne. Ji bo vê jî têra xwe mîrate û tecrûbe hene. Bersiva pêwist dayina faşist û dagirkeran ji bo me sedema bingehîn a jiyanê ye. Bi vê hest û zanebûnê ketina nav çalakîyê pêwist dike. Her ciwanekî vî welatî tiştekî kû bike heye. Bes mirov ew jiyana bê rûmet red bike, li şuna wê jiyana bi rûmet esas bigre. Di tekoşîna kû topyekun tê pêşxistinde em cihê xwe bigrin. Di asta pêşengtî de em erk û berpirsîyarî bigrin. Bi rêxistinbûyîna xwe em jiyanê li dijmin û hevkaran bikin jehr. Em ji hemû kesi re bidin xuyakirin kû wê li welat jiyan bi rumet û azad çêbive. Ê kû dest bavê je vê wê bibe hedefa ciwanên vî welatî. Bi vê îrade û bawerîyê hemleya ‘’Werin Cenga Azadîyê’’ ji bo her kesî berpirsîyartî girtin bangawazîye. Di welat de her ciwan pêwiste cihê xwe di nav vê berxwedanîya rûmet û namûsê de bigre. Ciwanên Kurdistanê ji bo xwe jiyana bê rûmet tucarî qebul nake. Di nav refên tekoşîna azadîyê de cihê xwe girtin re wê xwedî li erk û berpirsîyarîyên xwe derkeve, teqez wê hesabê mezin ji dijmin bipirse û di pêşengtîya Cenga Azadîyê de cihê xwe bigre.
BİJÎ BERXWEDANA GERÎLA A FEDAÎ!!!
BİJÎ RÛHÊ CİWAN Ê CENGA AZADÎYÊ!!!
BİJÎ SEROK APO!!!
Ji perspektîfên Kordînasyona Tevgera Ciwanên şoreşger ê Sûriyê

[:]

Başa dön tuşu